Bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin 2024-09-28 13:23:40       STENBOL - Li dijî avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Sûltangaziyê êrişeke çekdarî pêk hat.    Li dijî avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a li Sûltangazî ya Stenbolê ji aliyê kes an kesên nasnameya wan nediyar ve êrişeke çekdarî hate lidarxistin. Camên ku gule vêketin şikestin. Hevserokê DEM Partiyê yê Sûltangaziyê Farûk Kaya da zanîn ku şêniyên taxê diyarkirine ku êriş li dora saet 05.00’an de pêk hatiye.    Polîsan li avahiya navçeyê lêkolîn kirin.