Li dijî êrişên li ser Kurdî çalakiya rûniştinê 2024-09-27 14:45:45     WAN - Dayika Aştiyê Zekiye Kaya di çalakiya rûniştinê ya ku ji aliyê Meclîsa Dayikên Aştiyê ve ji bo bertekên li dijî êrîşên li ser zimanê Kurdî hat lidarxistin de axivî û got, “Êrîşên li ser zimanê me ne exlaqî û adilane ye. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û ji van êrîşan re bêje êdî bes e."   Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê li dijî binçavkirina gelek mamoste û xebatkarên di 24’ê Îlonê de li Amedê di encama serdegirtina saziyên zimanê Kurdî de li Komeleya Çand û Hunerê ya Çand û Hunerê ya ARSÎSA çalakiya rûniştinê pêk anîn. Çalakî tevahiya rojê dewam kir, rêveberên bajêr û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA), xebatkarên kovara Jineolojî, Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), MEBYA-DER û TUHAY-DER) û gelek kes tevli çalakiyê bûn.    Pankarta "Kurdî nasmame ya netewî ye" hat daliqandin, timî dirûşmên "bê ziman jiyan nabe", "jin jiyan azadî", "zimanê me rûmeta me ye" hatin qîrîn. Di çalakiyê de gelek caran klamên kurdî hatin gotin û beşdaran bal kişandin ser wate û girîngiya ziman.   'Li hemû Kurdistanê berxwedaneke mezin heye'   Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Wanê Harûn Okay ku çalakî ziyaret kir axaftinek kurt kir. Harûn got, “Weke hûn jî dizanin, bi saya berxwedana dayikan em niha di vê qonaxê de ne. Ji her qadê êrîşî me dikin. Êrîşî çand û zimanê me dikin. Berî demekê li girtîgehan jî berxwedan hebû. Li seranserê Kurdistanê hê jî berxwedaneke mezin heye. Divê em weke gelê Kurd berxwedaneke mezin nîşan bidin. Em bawer dikin ku bi saya we em ê tecrîdê bişkînin. Ji bo vê gava yekem mîtînga ku dê di 13’ê Cotmehê de li Amedê pêk were ye. Em hêvî dikin ku her kes beşdarî mîtîngê bibe."   'Êrîşên li ser zimanê me ne exlaqî û rewa ne'   Piştre endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya ku beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku divê her kes ziman û çanda xwe biparêze û got, “Zimanê Kurdî zimanê me yê dayikê ye û ti kes nikare zimanê me biqedîne. Em dixwazin her kes li ser vê yekê dengê xwe bilind bike. Êrîşên li ser zimanê me ne exlaqî û ne adil in. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û ji van êrîşan re bêje êdî bes e."   'Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo zimanê xwe têbikoşin'   Di dawiyê de endama Meclîsa Şaredariya Şax Edîbe Babur jî ku yek ji kesên ku serdana çalakiyê kir got, “Ger îro em bi zimanê dayikê diaxivin ev bi saya têkoşîna dayikan e. Em jî soz didin dayikan ku em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo zimanê xwe têbikoşin. Zimanê me rûmeta me ye."   Çalakî tevahiya rojê bi serdanan berdewam kir.