Ji bo tevlibûna mîtînga azadiyê bang 2024-09-27 09:03:39     STENBOL - Di 13’ê cotmehê de wê li Amedê mîtîng pêk bê. Jinan ji bo mîtîngê bang kirin û gotin: “Hemû kesên aştiyê dixwazin divê li mîtîngê bin. Li dijî vê pergalê em azadiyê biqîrin.”   Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk’ de wê di 13’ê cotmehê de  li Amedê bi şîara "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên gel hev"  mîtînga mezin pêk tîne. Xebatên ji bo mîtîngê didomin. Tê payîn ji Stenbolê tevlibûnek mezin pêk bê. Hevseroka Komeleya alîkariya bi Malbatên Girtiyên Marmarayê (MATUHAY-DER) Dîlek Sonmez û hevseroka  Komeleya Piştevanî û Alîkairya Kesên Xizmên Xwe li Antolyê Winda kirine(ANYAKAY DER) Emîne Arslan  der barê mîtîngê de axivîn.   ‘Em ê hebûna Kurdan bidin bihistin’   Dîlek Demîr da zanîn ku armanca mîtînga li Amedê bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azaiya wî ya fizîkî ye û wiha got: “Tecrîda Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgeh û civakê kiriye. Hewcedariya Tirkiyeyê bi aştiyê heye. Divê aştî bi diyalogê pêk bê. Em ji bo azadiyê li ser piya ne. Em ê hebûna Kurdan bi pergalê bidin bihistin.”   ‘Em ê têkoşînê bidomînin’   Dîlekê bi lêv kir ku mîtînga wê 13’ê cotmehê li Amedê pêk bê ji bo hemû gelan girîng e, ji bo gelê Kurd girîng e û wiha bidawî kir: “Ger em aştiyê bixwazin girîngiya vê mîtîngê ji vir dertê holê. Tecrîdek giran li ser Birêz Abdullah Ocalan heye. Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e. Rêberê Gelê Kurd bi komployekê hat girtin û li Îmraliyê tê girtin. Bi salane tu agahî jê nayê girtin. Gelê Kurd bi polîtîkayên înkar û îmhayê re rû bir û ye. Em vê qebûl nakin. Em têdikoşin. Em têkoşîna xwe bi israr didomînin. Ger têkoşîna demokrasiyê ya hevpar bê meşandin wê serkeftin pêk bê. Tecrîdê bandor li her alî civakê kiriye. Em ê li Amedê di mîtîngê de aştî û azadiyê biqîrin. Em her kesî vexwînin mîtîngê. Em 13’ê cotmehê li Amedê bin.”    ‘Em bi rihekî mezin xwe amade dikin’   Hevseroka ANYAKAY DER’ê Emîne Arslan jî bi lêv kir ku di çarçoveya mîtîngê de xebatan bê navber dimeşînin û wiha anî ziman: “Me di çarçoveya xebatan de koordînasyon ava kirin. Em tax bi tax mal bi mal xebatan dimeşînin. Xebatên me bi awayekî xurt didomin. Ez bi bawerî, kelecan coşek mezin xebatên xwe dimeşînim. Xebatên me heta roja dawî wê  bidomin. Em bi rihekî mezin xebatan dimeşînin. Em ê bi hev re bisekevin. Em ê bi hev re ava bikin. Ez bang li hemû kesî dikim ku di 13’ê cotmehê de li Amedê bin.”