Li Dêrsima Gulistan Dokû lê hat windakirin daxuyanî 2024-09-25 15:50:38       DÊRSIM - Meclisa Ciwanên DEM Partiyê ku li Dêrsimê piştî turnuvaya ku li ser navê Gulistan Doku organîze kirin daxuyanî da û diyar kir ku bersûcê Gulistanê dewlet e.   Tûrnûvaya futbolê ya ku ji aliyê Meclîsa Ciwanên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve di çarçoveya hemleya "Li dijî şerê taybet tekoşînek bi heybet" li ser navê xwendekara zanîngehê Gulistan Doku a ku di 5’ê Çileya 2020’an de li Dêrsimê hatibû windakirin hat organîzekirin bi dawî bû. Piştî tûrnûvaya ku maça ewil di 21'ê Gulanê de li Dêrsimê û maça dawî jî di 23'ê Îlonê de li Şirnexê hat lîstin, ciwan li Dêrsima ku Gulistan lê winda bû hatin cem hev. Di serdana ciwanan a Ana Fatma de pankarta bi Kurdî û Tirkî ya “Li dijî şerê taybet em li qadan dicivin” hate vekirin.   Hîn xeber tune ye!   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya bajarê Dêrsimê Esma Ataş li vir axivî û got, “Li cihekî weke Dêrsimê ku bi kamerayan hatiye dorpêçkirin, ev 5 sal in jineke ciwan winda ye û heta niha jî tu agahî jê nayên girtin. Em ê her aqûbeta Gulistan Doku bipirsin."   Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku polîtîkayên jinan ên desthilatdariya AKP-MHP’ê rexne kir û wiha got: “Em ê aqûbeta Gulistan Doku ya ku bi salan e li Dêrsimê nayê dîtin bipirsin. Her roj bi dehan jin tên qetilkirin, kujer jî bi polîtîkaya bêcezakirinê tên berdan. Em ê li her derê biqîrin. Gulistan Doku li ku ye?"   ‘Bersûc dewlet e’   Endama Koordînasyona Jinan a Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Bêrîvan Kocaoglû bi bîr xist ku Gulistan hîna winda ye û wiha got: “Li Dêrsimê ku ji her alî ve ji aliyê qereqolan ve hatiye dorpêçkirin û 24/7 bi kamerayan tê şopandin Gulistan Doku hê jî winda ye. Em ji Narîn Guran a Amedê, Îpek Er li Êlihê û Gulistan Doku ya Dêrsimê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya dijminatiya jinan dike, nas dikin. Dewlet bi xwe bersûcê Gulistan Doku ye. Jin wê li her derê rastiyan biqîrin. Em ê çeteyên mêtinger li van axan tine bikin. Em ê bi têkoşîna xwe ya rêxistinî mêtingeran di dîrokê de binax bikin."   Li dû daxuyaniyê çira hatin pêxistin û qurnefîl avêtin Mûnzûrê. Herî dawî jî ciwanan wêneyên Gulistan Doku li Meydana Seyît Riza bi daran daliqandin.