'Em ê xwedî li ziman, çand û nirxên xwe derkevin' 2024-09-25 10:29:19   STENBOL - Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Kurdî Remziye Alparslan, bal kişand ser serdagirtina MED-DER, Kooperatîfa Perwerdehiya Ziman û Hunerê ya Ankayê û Payîz Pirtûkê û got: "Hewl didin ku bi zextan ziman û nasnameyê ji holê rakin. Lê em ê jî bi têkoşînê li dijî zextan derkevin, xwedî li ziman, nasname, çand û nirxên xwe derkevin."   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de polîsan duh serê sibê bi ser Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Kooperatîfa Perwerdehiya Ziman û Hunerê ya Ankayê ya ku kargehên perwerdehiya pirzimanî û hunerê li dar dixe û Payîz Pirtûkê de girtin. Bi biryara 4’emîn Dadgeha Cezayê Sulh a Amedê gelek pirtûk, kovar, rojname û materyalên dîjîtal ên li komeleyê û pirtûkxaneyê hatin desteserkirin. Her wiha di nav de rêveber, mamoste û xebatkarên saziyan heyî 25 kes hatin binçavkirin.    Binçavkirin û serdegirtina saziyan li Kurdistan û Tirkiyeyê bi çalakiyan hat şermezarkirin. Derbarê mijarê de Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Kurdî Remziye Alparslan ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.    'Dixwazin hemû qadên jiyanê asten bikin'    Remziye, di despêka axaftina xwe de bal kişand ser zextên li hember ziman û got: "Bi ser komeleyên ku perwerdeya bi kurdî didin û cihên ku pirtûkên bi kurdî tên firotin hatin girtin, ev yek bi pirsgirêka kurd re girêdayî ye. Êrişê komele û kesan dikin. Êrişên dewletê yên li hemberî komeleyên ku bi kurdî perwerde didin zêde dibin. Ev polîtîkayên dewletê di çarçoveya neçareseriya pirsgirêka kurd de tên kirin. Ji ber ku naxwazin pirsgirêka kurd çareser bikin. Dewlet naxwaze Gelê Kurd çand, ziman û nirxên xwe bide jiyîn. Dixwazin hemû qadên jiyanê ji kurdan re asteng bikin."    'Çima em bi zimanê xwe xwe îfade nakin?'   Remziye, destnîşan kir ku bêtehemûliya li hemberî zimanê kurdî duh hat dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di her qada jiyanê de dewlet hewl dide ku zimanê kurdî asteng bike. Divê em rê nedin vê yekê, nehêlin ku zimanê kurdî bê krîmînalîzekirin û ji holê bê rakirin. Gelê Kurd divê li her derê xwedî li zimanê xwe derkeve, xwedî li hebûna xwe û axa xwe derkeve. Divê gel xwedî li saziyiên xwe yên ku bi kurdî perwerde dide derkevin. Hewcedarî bi piştevanî û têkoşînê heye. Her wiha çima em zimanê xwe baş nizani, nikarin bixwînin û binîvsînin. Çima em bi zimanê xwe xwe îfade nakin."   'Dê berxwedan bidome'   Remziye, diyar kir ku hewl didin ku zimanê kurdî ji her qadên jiyanê ji holê rakin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Divê Gelê kurd li dijî polîtîkayên êriş, zext û cewisandinê serî netewînin. Divê êrî statuya kurd, hebûna kurd û daxwazên kurdan bên qebûlkirin. Hewceye ku Gelê Kurd daxwazên xwe êdî bi israr û bi dengek bilind bîne ziman. Li ku derê zext hebe li vê derê divê deng bên bilindkirin. Ez binçavkirin û serdegirtina li saziyan şermezar dikim. Gelê Kurd her tim li ber xwe daye û dê bide jî."