Ji Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya panela ‘di olan de jin’ 2024-09-24 19:00:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Kongreya Îslama Demokratîk paneleke diyalogê ya bi navê "Jin di olan de" pêk anî.   Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Kongreya Îslama Demokratîk ên kantona Tebqayê panela diyalogê bi navê "di olan de jin " li dar xist. Di panelê de bal kişand ser cihê  jinan a di olan de.   Panel li hola Meclisa Olî ya Meqasim Xerbiye ya Tebqayê hat dayîn. Di panelê de bi dehan nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Olî û endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê beşdar bûn.   Mijara yekemîn a li ser jin di civaka xwezayî de ji aliyê rêvebera Komîteya Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Diya Miqdad ve hat birêvebirin. Di mijarê de hat diyarkirin jinan çandinî û derman dîtiye. Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Huda El Elî mijara duyemîn a li ser şikandina jinan a di olan de xwend. Hudayê got olên Cihû, Xiristiyan û Îslamê jin reş kir.   Beşdaran diyar kir ku ol ji bo reşkirina jinan û pêkanîna berjewendiyên hin aliyan hatine bikaranîn. Her wiha wan diyar kir ku Rêveberiya Xweser cihê guncaw ê jinan da wan, nirx û exlaq parastin.