Polîsan di serdegirtina malê de şûşeyên dermanên zaroka nexweş şikandin 2024-09-24 14:38:10       AMED - Polîsan li Amedê di serdegirtina malê de şûşeyên dermanên zaroka sê salî ya nexweş şikandin.    Polîsan vê sibehê li Amedê di çarçoveya lêpirsîna der barê MED-DER’ê de avêtin ser mala Bêrîtan Gurbet Orak û wê kirin binçavan. Polîsan ji pişt ve destên Bêrîtanê kelemçe kirin û serê wê tewandin. Hat zanîn polîsan çêr û heqaret li Bêrîtan Orak kirin e. Hat diyarkirin ku polîsan di kêliya serdegirtinê de şûşeyên dermanên keça Orak a sê salî ku nexweş e şikandin e. Hat destnîşankirin ku polîsan bi hinceta ku di hundirê şûşeyên şirûbê de “tiştek heye” şikandine.    Piştî ku Bêrîtan Orak hat binçavkirin, zaroka wê radestî xalê wê hat kirin.