Serdegirtina MED-DER û Payîz Pirtûk dê were protestokirin 2024-09-24 10:31:44     AMED - Rêxistinên sivîl ên civakî dê li Amedê serdegirtina MED-DER’ê û Payîz Pirtûkê protesto bikin.    Polîsan vê sibêhê li Amedê bi ser avahiya Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî dike û avahiya Payîza Pirtûkê de girtin. Rêxistin û saziyên sivîl ên civakî dê têkildarî serdegirtinan saet di 12.00’an de li ber MED-DER’ê daxuyaniyê bidin.    Di daxuyaniya ku parlamenter û partiyên siyasî tev li bibin de operasyonên zextê û binçavkirin dê bên şermezarkirin.