'Tecrîd pirsgirêka her kesî ye' 2024-09-24 09:04:45   Pelşîn Çetînkaya   AMED - Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray, bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê yên îktîdarê û got: "Tecrîd pirsgirêka her kesî ye û divê her kes bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşe".    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 43 meh in tu agahî jê nayên girtin. Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan ê bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2024’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 7 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin. Sedema van cezayên dîsiplînê û nimreyên dosyayê tevî hemû serlêdan û îtîrazan bi parêzeran re nayê parvekirin.    Di 12'yê Îlonê de li Amedê bi dirûşma "Li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê dicivin" starta kampanyayê hat dayîn. Di 13'yê Cotmehê de dê li Amedê bi mîtîngê kampanya bê bi dawîkirin. Derbarê tecrîd û xebatên bên kirin de hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sultan Yaray ji ajansa me re axivî.   'Nêzikatiyek kêyfî heye'   Sultan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "43 meh in agahî nayê girtin. Agahî negirtin tê wateya berdewamiya komployê. Li Tirkiyeyê her kes bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk tîne û mafek wisa heye. Lê belê li hemberî Abdullah Ocalan tecrîdeke mutlak heye. Ne bi Abdullah Ocalan re ne jî hevalên din re parêzer û malbat nikarin hevdîtinê pêk bînin. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev yek nêzîkatiyeke kêyfî ye."   'Tirkiye têk diçe'   Sultan, diyar kir ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di axaftina xwe de diyar kir ku "Tecrîd nîne" û wiha bi lêv kir: "Dibêjin tecrîd nîne lê derewan dikin. Tenê nabêjin tecrîd nîne, kesên ku peyva tecrîdê bikartîne jî sûcdar dikin. Di daxuyaniyên çapemeniyê de dema peyva tecrîdê tê bikaranîn li hemberî girseyî astengî tên derxistin. Hevkarê biçûk MHP ya AKP'ê 23 sal in zilmê li gel dikin. Me di hilbijartina 31'ê Adarê de de dît ku ketin çi halî. Ber bi tunebûnê ve diçin. Me vê yekê bi taybetî li Kurdistanê dît. Li Tirkiyeyê jî ligel hemû derfetên dewletê bikaranîn jî dîsa jî gelek şaredarî windakirin. Bi rastî welat xelet tê birêvebirin. Tirkiye têk diçe. Êdî gel vê îktîdarê naxwaze."   Bandora polîtîkayên tecrîdê   Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan, daxuyand ku bi tecridê re demokrasî û aştî têk diçe û şer pêşdikeve û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Şîdeta zêde dibe girêdayî polîtîkayên tecrîdê ye. Heke tecrîd rabe dê di nava gel de yekitî pêk bê. Ji ber ku tiştên ku li Tirkiyeyê pêk tê bingeha xwe ji tecrîdê digire. Êrişên li hember jinan, bêhevîbûna ciwanan, hişbir û hwd. Heta ku tecrîd neyê rakirin û Birêz Ocalan azad nebe li Tirkiyeyê îstîkrar pêk nayê û dê gel bêhêvî bijîn, aboriyeke adilane pêk neyê."   'Dê heta kengê tecrîd bidome?'   Sultan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelo dê tecrîd heta kengê bidome? Dê heta kengê vîna kurdan tune bihesibînin? Înkar û qirqirina kurdan dê heta kengê bidome? Navnîşana çareseriyê Îmralî ye û Abdullah Ocalan e. Li Tirkiyeyê kesên ku aştiyê dixwazin dikarin tecrîdê bi dawî bikin. Tecrîd ne tenê mijara Gelê Kurd e, mijara hemû gelên ku li Tirkiyeye dijîn e. Divê em bi hev re tecrîdê têk bibin. Heta niha gelek çalakî û bername hatin lidarxistin. Ez carekdin bang dikim û dibêjîm werin em bi hev re tecrîda heyî têk bibin."