Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê de girtin 2024-09-24 08:17:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê ku xebatên zimanê kurdî dike û bi ser avahiya Payîz Pirtûkê ve girtin. Polîsan li Qoserê jî bi ser gelek malan de girt û gelek kes kirin binçavan.    Polîsan vê sibêhê li Amedê bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê ve girtin. Hat zanîn ku gelek xebatkarên MED-DER'ê hatine binçavkirin. Li avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê lêgerîna polîsan didome.    Kesên ku hatin binçavkirin: Îlyas Gun, Dîlan Guvenç, Şukran Yakut, Yaşar Aslan, Berîtan Gurbet Orak, Remzî Azîzoglu, Mustafa Açmaz, Ramazan Holat, Rezan Tulum, Belkisa Bîtkîn, Mehmet Salîh Ongun, Hebun Yagmur, Ayhan Karatekîn.   Mêrdîn    Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku rêveberên HDP'ê yên berê Necla Kaya, Abdulganî Ferîtogûllari û Yasemîn Demîrkaya jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku binçavkiriyan birine Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr.