'Ne Rabîa Onver çeteyan darizînin' 2024-09-23 21:14:21   MÊRSÎN - Komeleya Rojnamegerên Jin diyar kir ku rojnamegerên jin ên ji bo pîşeya xwe li ber xwe didin ne bi tenê ne û got, "Em Rabîa Onver bi tenê nahêlin. Ne Rabîa Onver, Ayşegul Akdogan û çeteyên ku fuhuş û hişbirê li ser jinan ferz dikin divê bê cezakirin."   Komeleya Rojnamegerên Jin bertek nîşanî serdegirtina mala nûçegihana me Rabîa Onver a dosyaya wê ya bi navê "Şerê taybet ê li Colemêrgê" hate weşandin, dan. Di daxuyaniya li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê de, nivîsa çapemeniyê ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin Ayşenûr Onal ve hat xwendin.   'Rojnamegerên jin ên ji bo karê xwe li ber xwe didin, ne bi tenê ne'   Ayşenur, anî ziman ku Rabîa ji ber ku li Colemêrgê "çeteyên tiryak û fuhûşê" yên tarî derxistiye holê hatiye hedefgirtin û got, "Di leza veşartina sûc de, li dijî hevrêya me Rabîa demildest êrîş hatin destpêkirin. Em weke jin radigihînin ku em ê li dijî van êrîşan ji çar aliyê Tirkiyeyê dengê xwe bilind bikin. Em dizanin ku êrîş li dijî jinên rojnameger ên ku ji bo çapemeniya azad dixebitin û jinên ku dixwazin xebatên xwe bimeşînin tên kirin. Jinên rojnameger ên ku li hemberî astengiyên li tevahiya Tirkiyeyê li ber xwe didin, ne bi tenê ne."   'Ne Rabîa Onver çeteyan darizînin'   Ayşenur got, "Em ji Îpek Er a ku ji aliyê Çawîşê Pispor Musa Orhan ve ber bi mirinê ve hat kaşkirin û întîxar kir, dizanin ku polîtîkayên ku bi taybetî li dijî gelê Kurd tên meşandin, herî zêde bandorê li jinan dike.Bila Ayşegul Akdogan û çeteyên bi wê re bên darizandin. Em ê ji bo rojnamegerên xwe yên jin ên ji ber vê sedemê hatin qetilkirin û binçavkirin, zêdetir bixebitin hewl bidin ku bibin dengê her hevrêyek xwe û em rê nadin ku hûn jiyana jinan tarî bikin. Em dizanin ku êrîşên li ser rojnamegerên jin ên li Tirkiyeyê bi armanca bêdengkirina dengê jinan tê kirin. Em ê li dijî êrîşên li dijî jinan ên li Tirkiyeyê li her qadê binivîsin. Em ê sûcên dewletê yên bi kodên mêran hatiye xemilandin eşkere bikin. Ne Rabia ÖOnver, Ayşegul Akdogan û çeteyên ku li Colemêrgê jinan dixin nava tiryakê û bi darê zorê fuhuşê li ser wan ferz dikin, divê bên darizandin."