'Qesrên edaletê wekî buroyên AKP'ê kar dikin' 2024-09-23 19:51:24   AMED - Di çalakiya "Deng bidin azadiyê" ya li Parka Koşuyoluyê dewam dike, çalakvanan bal kişandin ser binpêkirinên mafan û hat gotin, "Îro qesrên edaletê mîna buroyên AKP'ê tên birêvebirin."   Çalakiya "Deng bidin azadiyê" ku ji aliyê xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin vê hefteyê jî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê berdewam kir. Komeleya Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya ji bo Alîkariya bi Malbatên Di Dergûşa Şaristaniyan de xizmên xwe winda kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Federasyona Hiqûqnasan beşdarî çalakiyê bûn. MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.   'Em ê vê siyaseta qirêj a pergalê qebûl nekin'   Di çalakiyê de Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz axivî û diyar kir ku gelê Kurd her tim dengê xwe yê azadî û aştiyê li Kurdistanê bilind kiriye. Mehmet diyar kir ku ew tecrîdê qebûl nakin û bi bîr xist ku girtiyên ku zêdeyî 30 sal in di girtîgehê de ne, tevî ku cezayên wan bi dawî bûye jî ji girtîgehê derneketine. Mehmet wiha got: “Îro qesrên edaletê mîna buroyên AKP’ê tên birêvebirin. Daraz jî hevparê vê bêhiqûqiyê ye. Rojekê hûn ê ji ber vê yekê werin darizandin."   Herî dawî Mehmet banga tevlîbûna mîtînga 13'ê Cotmehê kir.   Beşdaran daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî kirin.