Şaredariya Depê ji nû ve nivîsên hişyariyê yên bi Kurdî nivîsandin 2024-09-23 16:05:53       XARPÊT - Şaredariya navçeya Depê a Xarpêtê ya di bin rêveberiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan de (DEM Partî) nivîsên hişyariyê yên bi Kurdî ku rojekê beriya nihatibûn jêbirin, ji nû ve nivîsandin.   Nivîsên hişyariyê yên ‘’Pêşî Peya’’ û ‘’Hêdî’’ yên ji aliyê Şaredariya Depê ve hatibûn nivîsandin, 22’yê Îlonê roja Yekşemê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatibûn jêbirin.   Heyeta ku ji Hevserokên Şaredariya Depê û Parlamenterê Çewliqê yê DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku pêk dihat, beriya 24 saet derbas bibin, ji nû ve nivîsên hatîn jêbirin, nivîsandin.   Parlamenterê Çewliqê yê DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku li pêşiya bînaya şaredariyê daxuyaniyek da û got: ‘’Kurdî dêrîntirîn zimanekî van xakan e, nayê qebûlkirin ku were jêbirin û tunekirin. Me nivîsên xwe yên bi Kurdî ji nû ve nivîsandin û me daxuyaniya xwe ya çapemeniyê da.’’   Omer Faruk di berdewamiya axaftina xwe de ev yek jî anîn ziman: ‘’Hebûna zimanê Kurdî wê bi têkoşîna gelê me ya birûmet berdewam be. Êrîşên li dijî zimanê me, wê biryardariya me ya xwedîderketina zimanê me, xurttir bike.’’   Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha jî bi telîmata Wezarata Karên Hundirîn li bajarên weke Wan, Amed, Mêrdîn û Êlihê nivîsên hişyariyê yên bi Kurdî hatibûn jêbirin.