Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 31’emîn de ye 2024-09-21 18:32:58   ENQERE- Emîne Şenyaşar di 31'emîn roja nobeta edaletê ya li ber  Meclisê de bi dovîza destê xwe edalet xwest.   Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de du kurên wê û hevjînê wê ji hêla parazvan û xizmên parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin û kurekî wê jî hatiye girtin, di roja 31'emîn de li Meclisê berdewam kir.   Emîneyê bi dovîza destê xwe tahliyeya kurê xwe Fadil xwest.