9 roj in Mîna Sultanî di bin îşkenceya derûnî de ye 2024-09-21 12:38:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Mîna Sultanî ku dayîka ciwanê bi navê Şehriyar Mihemedî yê di dema şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ de ji aliyê polîsên Îranê ve hat qetilkirine, ev 9 rojin hatiye binçavkirin.    Jina bi navê Mîna Sultanî ya ku dayîka ciwanê bi navê Şehriyar Mihemedî yê di dema şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ de ji aliyê polîsên Îranê ve hat qetilkirine, ev 9 rojin ji aliyê polîsên Îranê ve hatiye binçavkirin. Kurê Mîna Sultanî ragihand ku ev 9 rojin dayîka wê di girtîgeheke Urmiye de di jêr êşkenceya derûnî de tê ragirtin û bang li saziyên mafên mirov kir ku alîkariya wan bikin.   Kurê Mîna Sultanî, Mîlad Mihemedî têkildarî binçavkirina dayîka xwe peyamek bi dîmen li ser medya dijîtal parve kir û got: “Ev 9 rojin dayîka min Mîna Sultanî hatiye binçavkirin û li girtîgehek Urmiyê di jêr êşkenceya derûnî de tê ragirtin. Ji berku dayîka min daxwaza mafê kurê xwe yê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye kuştin, kiriye hatiye binçavkirin.”   Di dewamê de Mîlad Mihemedî bang li saziyên mafê mirov, saziyên civaka sivîl û azadîxwazan kir ku ji bo berdana dayîka wî piştgiriyê bikin.   Di dawiyê de jî Mîlad Mihemedî diyarkir ku wê ti gef û êşkenceyek nikaribe wan bêdeng bike û ewê daxwazkirina mafên xwe berdewam bikin.