Lijne ne jin û zarokan malbatê digire navendê 2024-09-21 09:03:35     Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Bi îmzeya Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, di bin banê Akademiya Edaletê ya Tirkiyeyê de Lijneya Nirxandina Hiqûqa Malbatê hat avakirin. Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ya Îzmîrê  Tulîn Osmanogullari, lijne wek ‘buroya îrşad’ nirxand û da zanîn ku lijne ne malbat û zarokê, malbatê digire navenda xwe. Tulînê diyar kir ku wê wek rêxistinên jinan li dijî van polîtîkayan li her qadê têbikoşin.   Meha borî Wezareta Dadê li ser malpera xwe ya fermî, ragîhand ku bi îmzeya wezîrê dadê Yilmaz Tunç, di bin navê Akademiya Edaletê ya Tirkiyeyê de Lijneya Nirxandina Hiqûqa Malbatî hatiye avakirin. Di daxuyaniya hat dayîn de hat diyarkirin ku wê lijne mijarên rojane yên der barê hiqûqa malbatê de bigire dest, sempozyum, komxebat û perwerdehiyan pêk bîne. Bi vê lijneyê re wê nefeqe, tezmînat, destberdan û welayet jî ji nîqaşê re bê vekirin.   Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ya Îzmîrê  Tulîn Osmanogullari, der barê avakirina lijneyê de nirxandin kir.   ‘Di navendê de jin û zarok tune ne, malbat heye’   Tulînê da zanîn ku lijne ne jin û zarokan, malbatê diparêze û dema lijne hatiye avakirin bi hevkariya Konseya Ewropayê re hatiye lihevkirin û ji akademîsyenên qada navnetewyî nêrîn hatine girtin. Tulînê wiha got: “Ewqas bê samimiyetin. Çima wê demê ji Peymana Stenbolê derketin. Peymanek navnetewyî ku pisgirêk ji kokê çareser dikin. Derdê wan ev bû ku hiqûqa malbatê bikin jiyanê û mafê jinan ji dest bigirin. Dixwazin mafê nefeqeyê ji destê jinanbigirin. Yek derdê wan heye. Dixwazin malbatê li ser piyan bigirin. Li gorî xwe hiqûqan derdixin.”   ‘Dixwazin jinan li malê heps bikin’   Tulînê pirsa ‘ev lijne bi kê re hatine avakirin? Rêxistinên jinan hene, hiqûqnas hene?’ pirsî û wiha domand: “Dema lijne hat avakirin kîjan krîter li ber çavan hat girtin. Peyama wan eve; j ijinan re dibêjin ku ‘Tu di nava malbata pîroz de, divê li her cureyê tundiyê serî bitewînî. Divê destberdan tunebe, dema bixwazin dest berdî jî dikaribî bê kuştin’. Jin êdî di dema destberdanê de tenê nayên qetilkirin bi zarokên wan re tên qetilkirin. Malbata pîroz ya ku ew dibêjin dibin sedema mirina jin û zarokan.”   ‘Pratîka wan li holê ye’   Tulînê got lijne îdia dike ku wê pirsgirêkên nav malbatê çareser bike û wiha domand: “Pratîka wan li holê ye. Li dijî van pirsgirêkan ji xwe Peymana Stenbolê hebû. Çima ev peyman di şevekê de rakirin. Niha jî dixwazin malbata dixwazin biafirînin datînin pêş me. Peyama wan pir zelale. Ez ji vê re nabêjim hiqûq. Ev ne hiqûqe. Pratîka wan li holê ye. Ji ber qanûna 6284 pêk nayê rojê 3-4 jin tên qetiklirin. Hewce bi tiştên wek vê lijneyê tuneye. Em li welatekî ku mêrên nefeqeyê nadin dijîn. Ji ber van pratîkên wan bêsamimiyeta wan jî holê ye.”   Buroya îrşad…   Tulînê lijne wek ‘buroya îrşad’ nirxand û got: “Ji bo her malbatê şêwirmend tê dayîn. Em bi jinên ku bi şêwirmendan re hevdîtin kirine re diaxivin. Ji bo jinan wiha dibêjin ‘Tuyê îdare bikî. Tu jinî, tuyê bikşînî. Bila malbat xera nebe’.Lê di wan malbatan de çi diqewime em dibînin. Di wan lijneyan de jin û zarok tune ne. Malbat tên parastin. Di 9’emîn pakêta darazê de qanûna hejmar 6284 ji nîqaşê re tê vekirin. Peymana Stenbolê rakirin. Lê em ê bi hemû hêza xwe ji bo parastin a6284 li qadan têbikoşin.”   ‘Malbata AKP’ê   Tulînê balkişand ser qetilkirina Narîn Guran a 8 salî û got Narîn 19 roj şûnde qetilkirî hatiye dîtin û got: “Parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglu bi axaftina kiriye xwe daye der. Malbata Narînê jî malbateke tam li gorî daxwaza wan e. Malbata AKP’ê. Ji ber wisa îfade kirine ez dibêjim. Gelek endamên malbatê rêveberên wan in. Dostên wan yên 40 salî ne. Bi her awayîew parastin. Gelo hûn di wê malbatê de çi dibînin?Bi rastî canê mirovan diêşîne.  Emê liher qadê têkoşîna xwe bimeşînin. Em ê bi hemû hêza xwe li kolanan têbikoşin.Ji bo 6284 bi bandor pêk bê em ê li her qadê têbikoşin.”