Li Peyasê zarok bi axê re hatin gel hev 2024-09-20 10:19:35     AMED - Zarokên ku li Atolyeya Zarokan a Şaredariya Peyasê dixwînin, serdana Baxçeyê Perwerdehiyê ya Ekolojiyê kirin, bi axê re hatin gel hev û şitil û nebatên çandinê raçav kirin.   Zarokên ku li Atolyeya Zarokan a ku di bin banê Gerînendetiya Çandê ya Şaredariya Peyasê de perwerdehiyê dibînin, serdana Baxçeyê Perwerdehiyê ya Ekolojiyê ku di nav parqa 75’an ya şaredariyê de ye kirin, bi axê re hatin gel hev, şitil û nebatên çandinê raçav kirin. Di serdanê de xwendekaran xebatên çêkirina baxçeyan, çandina şitilan, avdanî û bi çandinê re berhemên ku li baxçe bûn berhev kirin.   Di daxuyaniya ji alî Gerînendetiya Çandê ve ku derbarê vê mijarê de hat dayîn de gotin: “Ev xebatên me yên di vê der barê de ji bo zêdekirina hestên hezkirina xweza, bax û baxçeyan, ajal û mirovan bi zarokan re çê bibe û xwe bide der, bi rêya perwerdehiya alîkarîyê wê bidomin.”