Bîranîna Jîna Emînî: Li dijî komkujiyan em xwe bi rêxistin bikin 2024-09-19 17:53:47   RIHA - Hevseroka DEM Partiyê ya Sêweregê Selma Gozgu Ayabe ya li navçeya Sêwregê di bîranîna Jîna Emînî de axivî, li dijî tecawiz û komkujiyan banga rêxistinkirinê kir.    Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emîniyê li navçeya Sêwereg a Rihayê daxuyanî da. Jinên ku li Parka Kanlikûyû ya li navenda navçeyê hatin bahev pankarta “Jin jiyan azadî, em ji herêmê heta gerdûnê jiyana demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ava bikin” vekir.    Hevseroka DEM Partiyê ya Sêweregê Selma Gozgu Ayabe ya di bîranînê de axivî wiha got: “Ji bo bîranîna hemû jinên hatin qetilkirin, em ê felsefeya ‘jin jiyan azadî’ bilind bikin.” Ayabe, bertek nîşanîn dîtina cenazeyê Narînê ya piştî 19 rojan da û diyar kir ku weke Meclisa Jinan a Sêwregê dê destûr nedin ku kujer bê sûc bimînin.”   Selmayê herî dawî bang li herkesê kir ku li dijî tecawiza zarokan û jinan û komkujiyan bi felsefeya “Jin jiyan azadî” xwe bi rêxistin bikin û têkoşînê bilind bikin.   Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.