Meşa Dirêj di roja xwe ya 3’yemîn de li Dortmundê dewam dike 2024-09-18 16:36:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Dirêj ku ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê dan destpêkirin, di roja xwe ya 3’emîn de li Dortmundê dewam dike.   Ciwanên Kurd û enternasyonalîst di roja sêyemîn a Meşa Dirêj de ji Dortmundê ve nêzî 20 kîlometreyan bimeşin.   Li kolanên Dortmundê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” deng veda. Di du rojên derbasbûyî de jî eleqeyekî mezin a kesên derdor hebû.   Di roja sêyemîn a meşa dirêj de dorpêça polîsan zêdetir bû. Komîteya amadekar a çalakiyê gelek caran bang li ciwanan kir ku li dijî provokasyonên gengaz bi hestiyar bin û birêxistin bin.   Çalakvanan daxwaz dikin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî bê pêkanîn û bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê û saziyên navneteweyî dikin ku demildest bikevin tevgerê.