Sedema bêdengiya Çûlî çi ye? 2024-09-14 09:12:43     AMED - Li Çûlî û taxên derdorê gelek welatî ji ber atmosfera malbata Gûran ji agahî û axaftinê dûr dikevin. Gelek nasnameyên siyasî û çavkaniyên debara malbatê weke faktora herî mezin a vê bêdengiyê tê dîtin.    Di 21’ê tebaxê de li taxa Çûlî ya navçeya Rezan a Amedê Narîn Guran a 8 salî ku hatibû windakirin, di 8’ê Îlonê de cenazeyê wê hat dîtin. Narîn a ku cenazeyê wê 1,5 km dûrî mala ku lê dima, li Çemê Egertûtmazê hat dîtin, çawa û ji aliyê kê ve hatiye qetilkirin û çi qewimiye hîna ne diyar e. Lêpirsîna ku hat destpêkirin de ewilî apê wê Salîm Guran bi sûcên “şexs ji azadiya wê bêpar hiştiye” û “kuştina bi qestî” û Nevzat Bahtiyar ku paşê bû îtîrafkar jî ji sûcê “kuştina bi qesdî ya zarokekê” hat girtin. Piştre 8 kesên din ku di nav wan de dayîk Yuksel Guran û bira wê Enes Guran jî hene bi sûcên “îştîrakî sûcê kuştina bi qestî kirine” û “alîgirtina sûcdar, tunekirina delîlên sûc” hatin girtin.   10 girtin heye lê bersiv tuneye!    Di çarçoveya dosyayê de heta niha bi giştî 10 bersûcên girtî hene. Di îfadeyên kesên hatine desteserkirin de tu bersiv nayê dayîn ka Narîn çawa û çima hatiye qetilkirin. Çavên hemû raya giştî careke din berê xwe da taxa Çûlî ya ku Narîn lê hat qetilkirin.    Bûyer vegûherandin magazînê   Ligel îdîayên ku di medyaya dîjîtal de hatin belavkirin, pirsa “Narîn ji ber çi hat qetilkirin” li pişt magazînê dimîne. Di heman deme de medyaya alîgir û girtnameyên îfadeyên ku bi dest xistin ve rewşê vedigûherînin magazînê.    Me wek ajans carekedin berê xwe da taxê û li pey pirsên ku benda bersivê ne, ketin.    Welatî: Tu kes ji gotina Salîm Guran dernakeve    Me berê xwe da taxa nêzî gundê Narînê. Welatiyên ku bi me re sohbet kirin bi hevpar ji me re gotin ku apê Narînê Salîm Gûran bi xebatkarê xwe Nevzat Bahtiyar re hevalekî pir nêzîk bû û hemû gavên xwe bi hev re diavêjin. Welatiyan der barê Salîm Gûran de gotin, “Hevkariya wî bi dewletê re hebû” û bal kişandin ser gelek nasnameyên siyasî yên malbata Guran. Welatiyan ev agahiyan da: “Nêzî 350 hezar donim erdê Salîm Guran heye. Kesek ji şêniyên taxê ji gotinên Salîm wêdetir dernakeve. Salîm kurê axa ye, xwediyê axatiye.” Ev zanîna welatiyan bi awayekî piştrast dike ku çima kesên îfadeya wan li Çûlî di pêvajoya lêpirsînê de hatiye girtin bi yek dengî axivîne.  Pirsa “Salîm Guran vê hêzê ji ku derê digire” li benda bersivê ye.    Têkiliya navbera Salîm û Nevzat çiye?   Welatiyekî din jî diyar kir ku di roja 10’emîn a lêgerînê de Salîm Guran û Nevzat Bahtiyar li taxeke din dîtine, li cihekî rûniştibûn çay vedixwarin û liv û tevgera wan gelekî normal bûye. Heman welatî ev gotinan got: “Nevzat Bahtiyar wek xebatkarê Salîm Guran dixebitî. Mala Nevzat nêzîkî mala Salîm Guran e.  Her dû pir nêzîkê hevdû bûn. Me îfadeyên Nevzat ên li midûriyeta polîsan dît, lê ew ne kesekî wisa ye ku vê îfadeyê bide. Nevzat nikare wê îfadeyê bide. Ew gund jixwe gundekî girtî ye. Kesek ji derve nizane li wî gundî çi diqewime û kes jî nabêje. Eger tiştek biqewime û kesek bê û ji me re got, encax wê demê em ê bizanibin. Têkiliya Nevzat Bahtiyar bi tarîqatan re hebû, her kes vê yekê dizane. Lê ez nizanim kîjan tarîqate.” Ev agahiya welatiyê wêneyê Nevzat Bahtiyar li ber ala DAÎŞ’ê ku di çapemeniyê de cih girtibû tîne bîra mirov. Lê belê heta niha derbarê vî wêneyî û kesên ku Nevzat pê re têkildar e de agahî ji raya giştî re nehatine bidestxistin.    Malbata Guran welatiyan berbiçav dike    Welatiyekî din ê ku em pê re axivîn jî ji ber pirsên ku me kirin gelek telaş dibin. Welatiyê ku dibêje “Ev malbateke xurt in, em tiştekî nizanin” bi van gotinan berdewam dike: “Salîm Guran mirovekî zalim, zilimkar e. Zilmê li zarokekî biçûk jî dike, ew ne mirovekî wisa bêguneh e. Têkiliya wan bi dewletê re heye, kes nikare vê înkar bike. Ji ber ku pereyê Salîm Guran hebû, Nevzat Bahtiyar saniyeyekê jî dev ji wî bernedida. Nevzat hertim mala wan bû. Salîm Guran bêyî Nevzat gav nediavêt. Ev ne bi tenê meseleyekê ye, gelek tişt heye lê belê vedişêrin. Êdî herin, hûnê serê me bişewitînin. Hûn jî dewlet jî ji vir biçin. Dema we li cem me bibîdin dê bên bi ser me de bigirin. Berê ku kesek bibîne êdî biçin. Ji xwe maşîneyekê Guranan tim di nava gund de digere. Lê dinêrin ku kesên xerîb bi welatiyên gund re têkilî datînin an na.”   Dê Nevzat Bahtiyar sûcdar bikin?    Nêrîna welatiyekî din jî ew e ku malbata Guran dê hemû sûcan deynin stûyê Nevzat Bahtiyar. Welatî ev tiştan bi lêv kir: “Nevzat Bahtiyar kesek xîzan e. Dibe ku çend donim erse bidin Nevzat Bahtiyar û hemû sûcê danîn ser wî. Salîm Guran û kesên din piştî demekî girtîgehê de man bên berdan.”   Bêdengiya gund berdewam dike    Li gundê Narînê yê ku em herî dawî lê hatin, bêdengiya mirinê heye. Atmosfera zordar û tengezar a malbata Guran li her derê xuya dike. Di nava gund de ku qet welatî tunene û perdeyên ber paceyan hatine kişandin balê dikişîne. Qetilkirina Narînê di nava raya giştî de bû sedema bertekên mezin, ji gelek cihan welatî tên serdana gora Narînê ya ku li hemberî mala wan e. Welatiyên hatin serdanê bertekên xwe yên li hemberî bûyerê nîşan dan, tenê daxwaza wan ew bû ku bûyer di zûtirîn demê de bê ronîkirin û kiryar bên eşkerekirin. Li aliyê din ji bo Narînê li gund sersaxî şînê nehat danîn.