'Zarok tên qetilkirin, gumanbar tên parastin' 2024-09-14 09:09:30     Pelşîn Çetînkaya   AMED - Jinan derbarê qetilkirina Narîn Guran de nirxandin kirin û gotin rastî tên veşartin û wiha gotin: “Zarok dimrin. Gumanbar ji ber xizmên hinekan e bûyer tên girtin. Ev pergaleke çawa ye?”   Cenazeyê Narîn Guran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li taxa Çûliyê ya navçeya Rezan a Amedê winda bû, di 8'ê Îlonê de li Çemê Egertutmaz  ê bi qasî 2 kîlometreyan dûrî taxê ye hatibû dîtin. Cenazaya Narînê piştî otopsiyê 9’ê îlonê de li gundê wê hatibû definkirin. Piştî cenaze hat dîtin 24 kes hatin binçavkirin. 8 kes jî 13’ê îlonê de hatin girtin. Çarçoveya lêpirsînê de herî dawî 11 kes hatin girtin.   Jinan derbarê qetilkirina Narînê de nêrînên xwe anîn ziman.   Bîrsen Kurtdogdu  diyar kir ku ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê yên dewletê Narîn wisa bi rehetî hatiye qetikirin û got: “Sedema vê polîtîkayên dewletê yên li hemberî jinan e. Polîtîkayên bê cezahiştinê dibin sedema qetilkirinan. Li Agiriyê jî Leyla ji aliyê apê wê ve hat qetilkirin û bûyer bê ceza hat hiştin. Heman tişt hat serê Narînê jî. Ceza bihata dayîn wê Narîn nehatiba qetilkirin. Ligel jinan zarok jî hedef tên girtin.”   ‘Di bin qetilkirina Narînê de tiştên qirêj hene’   Endama Meclîsa Şaredariya Sûrê Melîha Comert jî daxuyakirin ku ji bo bûyerên wisa neyên jiyîn divê zîhniyeta heyî bê paqijkirin û wiha bi lêv kir: “Li vê erdnîgariyê bi sedan zarok tên qetilkirin. Destdirêjî lê tên kirin. Ez van lanet dikim. Di bin qetilkirina Narînê de tiştên pir qirêj hene. Ev tiştên bi xof in. Tenduristiya hişê mirovan xera dike. Zarok dimirin, lê gumanbar ji ber xizmên hinekane serê wê tê girtin. Ev pergalek çawaye? Bila mafê Narînê bê prisîn. Bila edelet bê. Ev tiştên hatine kirin nayên qebûlkirin.”   ‘Civak anîne asta rizandinê’   Endama Meclîsa Jinan a DBP’ê Ayşe Çelîkbîlek jî wiha anî ziman: “Pergal hewl dide serê bûyerê bigire. Di qetilkirina Narînê de rêbazeke ku gumanbaran diparêze heye. Qedexeya weşanê anîn.Windabûna zarokek biçûk bandora polîtîkayên şerê taybt nîşan dide. Her wiha nêzîkatiya li hember jin, ciwan û zarokan nîşan dide. Em niha ji ser Narînê diçin. Ev mînakeke. Li Agiriyê jî Leyla wisa bû. Li Mûnzûrê Gulîstan nehat dîtin. Tiştên tên kirin encama polîtîkayên dewletê ne. Em ji gund û parlamenteran dibînin. Ev feraseta hevpar a HUDA Par û AKP’ê ye.  Ap, malbat û gundekî mezin yê dixwazin serê vê bûyerê bigirin hene.”   Sûc zêde dibin   Hevseroka GOÇÎZ-DER’ê Medya Alkan jî der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û daxuyakirin sûcdar ji ber sûcên dikin nayên cezakirin û ji ber vê jî sûc zêde dibin. Medyayê wiha dawî lê anî: “Narîn 19 rojan winda bû. Tevî xebatan nehatdîtin û herî dawî di çewalekî de di çem de hat dîtin. Evqas bi rehetî kirina vî sûcî her tiştî nîşan dide. Gelek mînakên wek vê hene. Divê em zêde dûr neçin. Çend sal berê mînak Leylayê hat jiyîn. Leyla jî bi heman awayî hat qetilkirin. Vê rehetiyê bandor li gelek cihî kiriye. Hewl didin serê bûyerê bigirin.”