Li Wanê bernameya ‘çîrokên muzîkal’ 2024-09-13 21:09:55   WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li qada kent konser pêk anî.   Şaredariya Bajarê Mezin li qada kend bi navê ‘çîrokên muzîkal’ konser pêk anîn.  Komeleya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe di Derguşa Şaristaniyan de Winda kirine (MEBYA-DER),Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAYDER), tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, hevşaredarên Wanê, parlametnerên Wanê Mahmut Dîndar, Meclîsa Ciwanan a DEM Partî û gelek kes tevli bûn.   Di bernameyê de Ayhan Erkmen çîrok vegotin û Hediye Kalkan û Kerîme Jîrkî jî stran gotin. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanê bernameyê da.