Li Şirnexê gelek herêm dîsa ji bo 15 rojan hat qedexekirin 2024-09-13 13:13:48       ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê ketin û derketina herêmên Cûdî, Gabar, Besta ku qirkirina ekolojîk lê didome û herêmên Kelamemê, Feraşîn ku operasyonên leşkerî lê berdewam dikin û gelek herêmên din ji bo dema 15 rojan hat qedexekirin.    Walitiya Şirnexê ragihand ku li çiyayên Gabar û Cudî, li herêmên Besta û Kelamemê, Donmezler, Kovankay, Tehtareş, Husrevpaşa, Suhurpaşayayla, Încebeldaglari, Feraşîn, Altindaglari û Oymakaya yên ser bi Şirnexê ku talankirina xwezayê û operasyonên lê didomin weke "herêmên taybet a demkî" carek din hat qedexekirin. Ketin û derketina van deveran ji bo dema 15 rojan hat qedexekirin. Walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku ev qedexe dê heta 28'ê îlonê bidome.