‘Ji Îmraliyê heta Colemêrgê tecrîd mijara gotinê ye’ 2024-09-13 09:04:32       COLEMÊRG- Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz der barê tecrîda giran a li Îmraliyê û rewşa girtiyên nexweşên giran de axivî û got: “Ger îro gel bêje serokê me Abdullah Ocalan e, divê desthilatdarî jî Îmraliyê muxatab bigire. Em bang li wezîrê dadê dikin ku peywira xwe  bîne cih.”   Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û ji 27’ê Tîrmeha 2011’ê heta niha  ev 41 mehe tu agahî jê nayê girtin. Tecrîda  li Îmraliyê dets pê kiriye li hemû girtîgehan jî belav bûye. Li girtîgehan binpêkirinên mafan roj bi roj giran dibin.   Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê Sîbel Çapraz der barê tecrîd û rewşa girtiyên nexweş de nirxandin kir.    ‘Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe wê ya li ser civakê jî bi dawî bibe’   Sîbelê da zanîn ku tcrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ji mijara Kurd cuda nikare bê girtin  û got: “Tecrîdê bandor li ser hemû gelan kiriye. Li hemû kolanan yek dirûşmeyek heye û ew jî aştiye. Divê dewlet jî vê rastiyê bibîne. Ger îro bêje Abdullah ocalan serokê me ye divê desthiltdarî Îmraliyê muxatab bigire. Tecrîda Îmraliyê bê rakirin wê ya li ser civakê jî bê rakirin. Ji Îmraliyê heta Colemêrgê tecrîdek mijara gotinê ye. Divê daxwaza aştiyê ya gelê Kurd cidî bê girtin.”   Sîbelê bakişand ser girtiyên nexweş û got li girtîgehan 600 jê giran hezar û 600 girtiyên nexweş hene û wiha pê de çû: “Bi taybet girtiyên nexweş yên temenê wan mezin tên girtin. Ev balkêşe. Abdulkadîr Kuday, Hanîfe Arslan, Suleyman Sabrî Mafî û gelek girtiyên din yên nexweş girtîne. Gelo kesên temenê wan 75-80 wê çawa yekitiya dewletê xera bikin.”   'Divê girtiyên nexweş bên tahliyekirin'   Sîbelê daxuyakirin ku ji bo girtiyên edlî her cureyê derfet tê dayîn û wiha dawî lê anî: “Dema mijar dibe girtiyên siyasî tu pirsgirêk nayên çareserkirin. Lê ji bo girtiyên edlî her cureyê derfetê tê dayîn.  Divê wezareta dadê demildest vê newekheviyê ji holê rabike. Em bang li wezareta dadê dikin ku dimijara girtiyên nexweş de peywira xwe bîne cih. Divê demildest dawî li zextan bê anîn.”