‘Zaroka biçûk li şûna qursa Kuranê şandin komeleya Hîzbullahê’ 2024-09-13 09:03:43       WAN- Jin der barê qetilkirina Narîn Guran de axivîn û gotin: “Di vê qetilkirinê de tiliya dewletê heye. Zaroka biçûk li şûna Kursa Kuranê şandine komeleya Hîzbullahê. Apê wê yê girtî HUDA PAR’î ye.”    Cenazeyê Narîn Guran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li taxa Çûliyê ya navçeya Rezan a Amedê winda bû, di 8'ê Îlonê de li Çemê Egertutmaz  ê bi qasî 2 kîlometreyan dûrî taxê ye hat dîtin.Tevî ku bi dehan carî li wî çemî xebat hat meşandin cenaze nehatibû dîtin. Qetilkirina Narînê hîna nehatiye zelalkirin û gumanbar jî hemû derneketine holê.   Ji Kurdistan û Tirkiyeyê bertekên li dijî qetilkirina Narînê didomin. Jinan bertek nîşanê qetilkirinê dan û balkişandin ser dewlet û HUDA PAR’ê.   ‘Şandina komeleya Hîzbullahê’   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Hurşît Turgut jî daxuyakirin ku ew ji bo Narînê gelek xemgîn bûne û wiha pê de çû: “Li şûna qursa Kurdanê şandina komeleya Hîzbullahê. Piştî zarok ji qursê derdikeve zarokê qetil dikin. Xwedê vê qebûl nake. Di vê bûyerê de destê dewletê heye. Apê wê HUDA Parî ye. Dewletê dest danî ser bûyerê û nehişt lêgerîn bê kirin. Cihê ku Narîn lê hat dîtin berê bi dehan carî lêgerîn lê hatibû kirin. 19 rojan ew zarok winda bû. Dema tiştekî din dibe bavêjin 100 çalî jî dewlet dibîne û derdixe holê. 19 rojan çawa dibe Narîn nedîtin. Mafê Narînê namûsa me hemûyane. Em mafê xwe nadin tu kesî. Parlamenterê AKP’î xwedî li malbatê derdikeve, piştgiriyê dide. Nahêlin kes der barê mijarê de baxivin.”   ‘Zaroka hat qetilkirin zaroka me hemûyan bû’   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Besna Aydogan jî destnîşan kir ku yên Narîn qetilkirin wijdana wan çawa qebûl kiriye û wiha domand: “Di vê bûyerê de dewlet jî heye. 19 roj bû lê digeriyan. Beriya wê du caran li çem lêgerîn hatibû kirin. Zarokek ku dayika wê xwedî lê derneketiye heye. Bila dayika wê rabe ser piyan û ji bo kujerê keça xwe têbikoşe. Bila hesab ji kujeran bipirse. Zaroka hat qetilkirin ya hemûyan bû.” Hevseroka DBP’a Rêya Armûşê Dîlan Çelîk jî axivî û got ew jî wek hemû dyaikan xemgînin û nûçeyên derbarê Narînê de bi xemgînî temaşe dikin. Dîlanê wiha dawî kir: “Pergala ku tehemula wê ji zarok, sewal û xwezayê re nemabe têk çûye.Mixabin îcarê em bi qetilkirina Narînê re hatine rû hev. Ev êşek mezin e.  Wek dayikekê ez xemgînim. Divê careke din tiştek wisa nebe. Zarokên me pêşeroja me ne. Pergalek gumanbaran diparêze.”