‘Tevî zehmetiyan jî berxwedana koçberên Efrînê dewam dike’ 2024-09-12 09:02:57       Mîdye Miqted   ŞEHBA - Ji Rêveberiya Meclisa Wargeha Berxwedan a penaberan Kifyet Koto derbarê rewşa wargehên ku koçberên Efrînê lê têkoşîna jiyanê didin wiha got:”Niha li wargehan êrişên dewleta tirk û dorpêça hukumeta Şamê dewam dike. Lê belê tevî zehmetiyan jî berxwedana koçberên Efrînê jî dewam dike.”   Di Adara 2018’an de dewleta tirk û komên girêdayî wê bajarê Efrînê kir binê kontrola xwe û di encamê de bi hezaran kes ji mecbûrî koçî kantona Şehbayê bûn. Koçberên ku di kampan de têkoşîna jiyanê didin di warê gihandina xizmetên tendirustiyê û pêdiviyên jiyanî de zehmetiyên mezin dibînin. Tevî zehmetiyan êrişên dewleta tirk û dorpêça hukumeta Şamê ya li vê herêmê jî dewam dikin.   Ji Rêveberiya Meclisa Wargeha Berxwedan a penaberan Kifyet Koto behsa rewşa dawî ya wargehê kir.   Bi darê zorê koçberî kantona Şehbayê bûn   Ji Rêveberiya Meclisa Wargeha Berxwedan a penaberan Kifyet Koto behsa rewşa dawî ya wargehê kir û got:"Piştî ku bajarê Efrînê hat dagirkirin em bi darê zorê koçberî kantona Şehbayê bûn û li vir tevî nebûna derfetan me wargeh  ji bo koçberan ava kir.Lê belê li vir rewşa jiyanê zehmet e. Sedema herî mezin a van zehmetiyan êrîşên dewleta tirk a dagirker a li ser van herêmanan e. Wargehên koçberan jî para xwe ji van êrîşan digirin."   'Bi ambargoyê re rewş aloztir dibe'   Kifyet di dewama axaftina xwe de behsa rêgirî, bendên kontrolê yên hikumeta Şamê ya li ser van herêman kir û wiha domand:"Tevî êrîşên domdar a dewleta tirk û ambargoya hikumeta Şamê ya giran a ji 7 salan e dewam dike, dîsa jî gel li berxwe dide. Ji ber vê dorpêçê  hemû pêdiviyên jiyanî bi pereyên buha tên kirîn û firotin. Her wiha ava ku ji aliyê rêxistina UNICEF’ê ve ji bo van kampan dihat jî hat qutkirin û av ji bin erd  û bîran tê derxistin lê ji ber av ewqas ne paqij e gelek nexweşiyan bi xwe re çêdike. Ya herî zor ew e ku dema ev nexweş derbasî nexweşxaneyê dibin dermanê ku dixwazin ji ber dorpêça heyî peyda nakin."   ‘Gelê me ji bilî berxwedanê tu riyên din ji xwe re hilnebijartine'   Di dewamiya axaftina xwe de Kifyet ev tişt anî ziman:"Piranî koçberên li Şehbayê dikarin bi karê çol, çinîn, çandiniyê mijûl bibin da ku debara xwe ya rojane bikin. Di heman demê de di warê vebûna dibistanan de jî malbat zehmetiyê dibînin. Ji ber malbat nikarin alavên ji bo dibistanê pêde bikin, astengiya mezin dikşînin. Tevî van hemû alozî, astengiyan jî gelê me ji bilî berxwedanê tu riyên din ji xwe re hilnebijartine. Hîna bi hesreta vegera li ser axa xwe mane. Herî zêde jî ji ber vê hesretê nexweş dikevin û jiyana xwe ji dest didin. Dema dibînin ku welatê wan li pêş çavê wan tê talankirin, diqeherin. Lê tevî vê yekê jî tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin. "   'Em ê berxwedana xwe bi hev re bidomînin'   Di dawiya axaftina xwe de Kifyetê banga xwe ji bo rêxistinên mirovî kir da ku xwedî li koçberan derkevin û wiha got:"Ev rêxistinên ku bi navê parastina mafê mirovan bang dikin çima ji bo koçberên Efrînê bi erka xwe ya mirovî ranabin? Bila bi çavê serê xwe van neheqiyên ku derheqê gelê me tê kirin bibînin û çareyek ji qutbûna avê re peyda bikin. Ji ber ger av tunebe jiyan disekine. Heta ji me tê em jî bi erka xwe radibin derbasî nav malbatên xwe dibin û bi wan re êşa wan parve dikin. Tenê ji bo em berxwedana xwe bi hev re bidomînin û vegerin ser cih û warê xwe em têdikoşin."