Li xeta sînor a Herêma Federal a Kurdistanê şewat 2024-09-11 18:51:24   COLEMÊRG - Li qada ku deriyê Sînor ya Deştan bi hev girê dide ya li Serzêrê û Çelê ya herêma federal a Kurdistanê şewat derket.   Li qada Deriyê Sînor a Gumrukê ya Serzêrê ku navçeyên Çelê ya Colemêrgê û Herêma Federal a Kurdistanê bi hev girê dide şewat derket. Şewata ku nehat zanîn ji ber çi derketiye, bi saetan mudaxaleyê wê nehat kirin. Hat hînbûn ku şewat her diçe zêde dibe û bi dehan dar şewitîne.   Welatiyen herêmê dîmenên şewatê şikandin û bi gotinên ‘aliyê Iraqê bi giştî dişewite. Kes xwedî lê dernakve. Bila xweda qebûl nake, dişewite û kes natemirîne.’ Bertek nîşan dan.