TJA: Kujer ji rejîma AKP-MHP’ê hêzê digire 2024-09-10 21:51:53   AMED - TJA’yê li dijî hedefgirtina hevseroka giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Em jin wê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, li dijî zîhniyheta ku Narîn qetil kirin, wê hesabê jin û zarokan bipirsin. Em êrîşa li dijî Çîgdem Kiliçgun Uçar bi tu awayî qebûl nakin.”   Tevgera Jinên Azad (TJA), der barê hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar  ku ji ber gotinên ‘Em ê detshilatdariya AKP-MHP’ê û tifaqa wê ya qirêj ku pêşî li têkoşîna jinan digire bi felsefeya jin jiyan azadî bifetisînin’ hedef hatibû girtin de daxuyanyek nivîskî da.   Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku rojê bi giştî 32, salê jî 10 hezar zarok jiyana xwe ji dest didin û kujerên wan ji polîtîkayên bêcezahiştinê yên AKP-MHP’ê hêzê digirin.  Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Malbata ku hûn pîroz dibînin her roj jin û zarokan qetil dikin. Emê li dijî zîhniyeta ku Narîn qetil kirine serî hilbidin û hesabê jin û zarokan bipirsin.  Em êrîşa li dijî Çîgdem Kiliçgun Uçar bi tu awayî qebûl nakin.”