Di êrişa li hember Mexmûrê de 3 jin birîndar bûn 2024-09-10 21:42:57   NAVENA NÛÇEYAN - Di êrîşa Tirkiyeyê ya li hember wargeha penaberan a Mexmûrê de 3 jin birîndar bûn.   Balafireke bêmirov a Tirkiyeyê saet di 17:05’an de malek li wargeha penaberan ya Mexmûrê bombebaran kir.   Li gorî agahiyên Rojnewsê, di encama êrişê de 3 jin yên bi navê Gulê Ozek, Edîbe Paksoy û Ezime Kabul ji deng û hêza guleya balafirê bandor bûn.Li gorî agahiyên hatine girtin, rewşa jinekê nebaş e rakirin nexweşxaneyê kirin.   Gelê Mexmûrê li ber derê nexweşxaneyê rawestiyaye.