Ji bo Narînê daxuyanî: Em ê bi 'Jin jiyan azadî' jiyanê ava bikin 2024-09-10 16:14:37     NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên ji bo Narîn Gûran hatin dayîn de hat gotin, "Bi felsefeya xwe ya 'Jin, Jiyan, Azadî' em ê li dijî polîtîkayên nefreta li dijî zarokan û tifaqên qirêj ji bo zarokên ku di gerdûneke azad û ewle de bijîn, jiyaneke nû ava bikin."    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgerên Jinên Azad (TJA) ji bo Narîn Guran a hat qetilkirin li navçeya  Karaçoban a Erziromê, Gevera Colemêrga Comêrgê, daxuyanî hat dayîn.    Erzirom   Di daxuyaniya li Karaçobanê de gelek kes, rêveberên DEM  Partiyê û DBP'ê yên bajar û navçeyan, aktîvîstên TJA'yê amade bûn. Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Ramazan Karakaş metna daxuyaniyê xwend.   'Qetilkirineke organîze'     Ramazan anî ziman ku cenazeyê Narîn di roja 19'an de tevî 3 caran lêgerîn  lê hat kirin di nava ava çem de hatiye dîtin û bal kişand ser lewaziya dewlet û desthilatdariyê. Ramazan got, “Mirina Narîn a 8 salî ne bûyera yekem e, li gundê 20 malî ku her kes hev nas dike, qetilkirineke organîze ye. "Em di şînê de ne, lê em di heman demê de di serhildanê jî de ne."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.   Colemêrg    Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê û Rêxistina Navçeya Geverê ji bo Narîn Gûran a 8 salî ku li Amedê hat qetilkirin daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Gelek welatî û endamên partiyê jî beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya ku li navenda sûka Colemêrgê hat lidarxistin bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Destên xwe yên qirêj, ji ser jiyana zarokan rakin" hat vekirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya  Colemêrgê Humeyra Armut daxuyanî xwend.     Kiryar tên parastin   Humeyra da zanîn ku dîtina cenazeyê Narînê di çem de ku 3 caran lêgerîn lê hatiye kirin, îspata lawazî û bêberpirsiyariya hikûmet û rayedaran a di vê mijarê de ye û destnîşan kir ku mirina Narîna 8 salî ne bi vî rengî ye.  Humeyra da zanîn ku qetilkirina Narînê bi awayekî zelal nîşan dide ku bi çi awayî bi hêsanî sûcên li dijî zarokan tên kirin û wiha got: “Polîtîkayên bêcezakirinê yên rejîma AKP-MHP’ê ku dijminatiya jin û zarokan dike û sûcdaran diparêze, tundiyê asayî dike. Ji ber vê yekê jî Narîn di encama polîtîkayên bêcezakirinê yên bloka desthilatdar a ku sûcdaran û zîhniyeta serdest a mêr diparêze de hat qetilkirin."     Daxuyaniya li Colemêrgê bi dirûşma "Destên dirêjî Narînê bûn bila bişkên" û "Jin, Jiyan Azadî" bi dawî bû.   Gever    Li Geverê jî li ber Navenda Karsaziyê ya Zagrosê daxuyanî hat dayîn. Beriya daxuyaniyê endamên partiyê bi qîrîna dirûşma "Ji Narînê re edalet, ji her kesî re edalet" ji avahiya rêxistina navçeyê heta qada ku wê daxuyanî bê dayîn meşiyan. Gelek welatiyên derdorê bi çepikan piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Em bang li dewletê dikin, em ê hesab bipirsin" hat vekirin. Hevşaredarên Geverê, endamên Meclîsa Şaredariyê, dayikên aştiyê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li vir ji aliyê endama Meclîsa Şaredariya Geverê ya DEM Partiyê Ayşe Polat ve hat dayîn.   'Em ê heta dawî li dijî polîtîkayên şerê taybet têbikoşin'    Ayşeyê diyar kir ku heta ji bo Narîn û hemû zarokan  jiyaneke wekhev û azad ava bikin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin û got, “Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên belavkirin heta dawiyê têbikoşin.Em ji bo aqûbeta gelek zarokên weke Narîn, Ûgûr, Ceylan û Leylayê bipirsin li vir in. Ji bo dîtin û cezakirina failên Narîn Guran divê demildest lêpirsînek bi bandor û zelal bê kirin. Pêwîste hemû pirs û guman bên ronîkirin. "    Daxuyanî bi deqeyeke rêzgirtinê û dirûşmeyên “Ji Narînê re edalet, ji her kesî re edalet” bi dawî bû.