Hevşaredara Rezanê bi platforma jinan re hat cem hev 2024-09-10 13:39:00     AMED – Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz di çarçoveya xebatên jinan de bi pêkhateyên DAKAP'ê re hevdîtin kir.   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Leyla Ayaz, ji bo pêşniyar û daxwazên têkildarî xebatên ji bo jinan bên kirin, hevdîtinên xwe yên bi saziyên jinan re didomîne. Di vê çarçoveyê de Leyla bi pêkhateyên Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) re hat cem hev. Leyla di civîna ligel pêkhateyan de tekezî li ser giringiya karkirina bi saziyên jinan re û çêkirina plansaziyên pêşerojê di vî warî de kir. Li ser ji bo bidawîkirina xizaniya jinan û tundiya li ser jinan û misogerkirina beşdariya jinan a di kar û jiyana civakî de axivî.   Daxwaz û pêşniyar hatin   Leylayê destnîşan kir ku ji bo ku Rezan bibe navendeke ku rengên jinan careke din lê şênber bibin divê jin bi hev re tevbigerin û destnîşan kir ku ev yek wê bibe bingeha xebatên wan. Leyla da zanîn ku rêveberiyên herêmî û saziyên jinan dikarin bi hev re xebatên girîng bimeşînin û li pêşniyar û daxwazên pêkhateyên DAKAP'ê guhdarî kir.   Pêşniyar ji bo aşiya HPV'ê   Jinên ku xwestin li Rezan ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişbirê xebat bên kirin, diyar kirin ku divê hem li taxên navend û hem jî li taxên gundan xebat bên zêdekirin. Semînerên tenduristiyê yên ji bo jinan, vekirina navendên tenduristiyê yên jinan, aşiya HPV'ê, vekirina kreşên ku ji bo jin karibin di jiyana xebatê de cih bigirin, avakirina kooperatîfan, zêdekirina kurs û atolyeyên hilberînê, xebatên ji bo zarokên astengdar mijarên sereke bûn.