Parêzeran jî bo çûna Îmraliyê serlêdan kir 2024-09-10 11:49:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê ji bo karibin muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibînin careke din serlêdan kirin.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.   Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç serlêdan kirin.   Parêzeran her wiha ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.   Nêzî 4 sal in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê wergirtin.