'Îşkence li Tirkiyeyê bûye wekî sepaneke rojane' 2024-09-10 09:04:59   WAN - Nûnera TÎHV'ê ya Wanê Sevîm Çîçek têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan axivî û diyar kir ku li girtîgehan pêkanînên keyfî û nehiqûqî hene û got, "Her kes û saziya ku pêşî li mafê tenduristiyê digire û erkên xwe pêk nayîne, hevparê van kuştinan e. Îşkence li Tirkiyeyê bûye wekî sepaneke rojane. "   Binpêkirina mafên mirovan û îşkenceya li girtîgehên Tirkiyeyê di rojevê de ye, her roj binpêkirineke nû li van binpêkirinan tê zêdekirin. Li gel gelek pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn, pêşîlêgirtina dermankirina girtiyên nexweş hema bêje pirsgirêkên din dixe bin siya xwe. Li aliyê din tundiya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li ser jinê li her qadê didome, li girtîgehan jî bênavber dewam dike.   Nûnera Wanê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Sevîm Çîçek, der barê pirsgirêkên jinan ên li girtîgehan dijîn û binpêkirinên ku rastî wan tên, nirxandin kir.   'Îşkence li Tirkiyeyê di asteke nedîtî de ye'   Sevîm diyar kir ku di van demên dawîn de li Tirkiyeyê muameleya xerab û îşkence bûye pêkanîneke rûtîn. Sevîm bal kişand ku ev yek di her aliyê jiyanê de bi awayekî eşkere tê kirin û got, “Îro, îşkence û muameleya xerab gihiştiye asteke nedîtî, ji navendên binçavkirinê yên fermî bigire heta navendên binçavkirinê yên ne qeydkirî, ji destwerdana di xwepêşandanên civakî û meşan de heta serdegirtina malan û girtîgehan."   'Dayik bi saetan li bin tavê mane'   Sevîm 3 jinên ku li navçeya Kercews a Êlihê hatin binçavkirin bi bîr xist û destnîşan kir ku jin ji dema ketin girtîgehê rastî lêgerîna tazî ya li dijî rûmeta mirovahiyê tên. Sevîm da zanîn ku jin şandine qawîşeka demborî ku bi ti awayî nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn tê de peyda bikin û şert û mercên paqijiyê nehatine bicihanîn û bi darê zorê 3 rojan bi betaniyên qirêj razan. Sevîm, anî ziman ku jendermeyan her du saetan carekê bi ser qawîşên jinan de girtin û wiha got: "Di çapemeniyê de hat ragihandin ku di dema serdegirtinê de qawîş serûbin bûne, di vê pêvajoyê de dayik bi saetan li bin tavê mane."   'Îşkence bi serdegirtina malan dest pê dike'   Sevîm anî ziman ku îşkence li her qadê bi awayekî sîstematîk tê kirin. Sevîm, da zanîn ku pêvajoya îşkence û muameleya xerab bi serdegirtina malan re destpê kiriye û destnîşan kir ku polîtîkayên îşkence, muameleya xerab û cezakirinê yên ku ji aliyê darazê ve tên avakirin, di bûyerên îşkenceyê yên ji tiba edlî heta girtîgehên diqewimin gelekî sîstematîk e. Sevîm got, "Nabe ku mirov bêje ku îşkence bi awayekî sîstematîk, bi zanebûn û weke amûreke tirsandinê li hemû qadên jiyanê ji aliyê kesên ku erkên cemaweriyê pêk tînin an jî xwedî vê desthilatdariyê ne, tê kirin."   'Bêguman, bêsînor, bêpîvan'   Sevîm diyar kir ku ti pêwîstiyên jinên li Êlihê hatin girtin nehatin bi cih anîn û hemû jî temenê wan ji 50 salî derbas bûn û nexweşiyên wan giran bûn. Sevîm her wiha anî ziman ku nexweşiyên wan ên kronîk hene û agahî parve kir ku yek ji wan ji sedî 72 rapora astengdariyê heye û got, "Bi hinceta 'qawişa demkî' bêyî ku derfeta sarbûnê hebe di nava germahiyê de hatin ragirtin. Girtîbûn bi xwe pêvajoyeke bi êş e. Nêzîkatiyeke weke ku bikaranîna mafên bingehîn ji rayedarên cemaweriyê re xêr e. Bi ramanên xwe yên siyasî û belkî jî pêbaweriya ku ji çekên bêcezakirinê yên ku li pişt xwe vedişêrin digirin û bi ramana ku ew ê ti carî ji îşkence û muameleya xerab, ku li gorî qanûnê sûc in, neyên hesibandin, ew mafên ku ji hêla neteweyî ve hatine garantî kirin paşguh dikin. Ew van pêkanînên keyfî, bêsînor û bêpîvan pêk tînin."   'Divê hemû beşên civakê bi dengekî bilind li ber xwe bidin'   Sevîm anî ziman ku rayedarên cemaweriyê li gorî hêza siyasî erka xwe pêk tînin û got ku ev rewş dê zirarê bide her kesî. Sevîm got, “Terkkirina pêvajoya mecbûrî û yasayî ya ku divê li gorî rêgezên welatên demokratîk bê şopandin, xetereya rûbirûbûna rejîmeke ne diyar, keyfî ku ne diyar e wê di pêşerojê de veguhere çi rewşê, nîşanî me dide. Ji ber vê yekê hem erk û hem jî ferz e ku van hemûyan bixin rojevê û bi dengekî bilind îtîraz bikin ji aliyê hemû beşên civakê ve.”   'Daraz amûra cezakirina desthilatdariya siyasî ye'   Sevîm bal kişand ser wê yekê ku divê pêşbînî bê kirin ku girtî çi dijîn û wiha got: “Em dibînin ku daraz û desthilatdariya siyasî ji bilî amûra cezakirinê ne tiştekî din e. Belê, girtina di qanûnê de heye, lê dema ku bi madeyên wekî îhtîmala revîn û destwerdana delîlan tê diyarkirin, girtina dayikan a li Êlihê weke tedbîra yekem ne hiqûqî ye, siyasî ye. Dibe ku dayik di bin kontrola edlî de bên berdan an jî bi awayekî din bên çavdêrîkirin. Ne qanûnî û wijdanî ye ku dayikan di zindanek bi pirsgirêkên cidî de bihêlin."   'Lêgerîna tazî di çarçoveya qedexeya teqez de ye'   Sevîm diyar kir ku lêgerîna tazî li girtîgehan bûye rojane û got, “Li gorî qanûnên hiqûqî û navneteweyî ne pêkan e ku mirov dema ji azadiya xwe bêpar bibe, pêvajoyeke bi êştir derbas bibe. Di her şert û mercî de îşkence û muameleya xerab bi temamî qedexe ye. Lê belê bi rêziknameya ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye dayîn, lêgerînên tazî li girtîgehan, li dijî destûra bingehîn, weke pêkanîneke rûtîn didomin. Veguheriye pratîkeke ku di bin navê lêgerînên tenik de ne tenê girtiyan, malbatên ku serdana wan dikin jî êşê dikişîne. “Eger mirov red bike, şîdetê lê tê kirin."   'Hemû erkên xwe ji holê rakirin'   Sevîm da xuyakirin ku axaftinên desthilatdariya siyasî û piştevaniya van nîqaşan û her wiha polîtîkaya bêcezakirinê, di zêdekirina îşkenceyê de bi bandor in. Sevîm destnîşan kir ku ji bo polîtîkayên bêcezakirinê zemîn hatiye amadekirin û got, “Li girtîgehan ji paqijiyê heta parastina mafê jiyanê hema bêje hemû berpirsyarî û erk hatine terikandin."   'Mirinên bi guman ên li girtîgehan tên veşartin'   Sevîm da zanîn ku di demên dawî de li girtîgehan mirinên bi guman zêde bûne û got, “Der barê vê de lêpirsîn û îzahateke cidî nehatiye kirin. Rewşeke nixumandinê heye. Sevîmê got: "Rêyeka rêvebirinê heye ku tişta bixwaze dike û di bin kontrolê de nîne, bi rêgezan nayê sînordar kirin, qanûn, yasa, destûr û biryarên dadwerî nas nake."   'Mafê wan ê gihandina tenduristiyê nîne'   Sevîm bal kişand ser wê yekê ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên li girtîgehan girtiyên nexweş in û wiha got: “Tevî ku şert û mercên mirovekî saxlem jî li girtîgehan nîne ku tenduristiya xwe ya bedenî û derûnî biparêze, divê mirov li ber çavan bigire ku ev pêvajo çiqas zehmet e. Dê ji bo girtiyên nexweş zehmetir be. Girtiyên nexweş di bin navê 'sirgunê' de dişînin cihên ji malbatên xwe dûr. Di pêvajoya veguhastinê de, wesayîtên ku ji bo veguhestinê ne guncaw têne bikar anîn. Rewşên ku em di gelek raporan de dibînin hene, wek nerastkirina germahî û sermayê ya di wesayîtan de, car caran îşkencekirin, muameleya xerab, meş û stranên nijadperestî yên karmendan li wir dilîzin. Mafê wan ê gihandina tenduristiyê nîne. Dema ku serî li nexweşxanê didin, demek dirêj nikare xwe bigihîne nexweşxanê û bi têra xwe personelên tenduristiyê li nexweşxaneyan nayên peywirdar kirin. Heger xwe bigihînin nexweşxanê û nexweş sewqê nexweşxaneyê bikin, îşkence û muameleya xerab bi dawî nabin. Girtiyên nexweş ji ber rewşên wekî lêgerîna di bin navê lêgerîna tenik, bi kelepçe di wesayîtên rîngê de tên sewqkirin û muayeneya kelepçekirî dest pê dikin ku neçin nexweşxaneyê."   'Kesê ku erkên xwe pêk neyne, hevparê kuştinan e'   Sevîm da zanîn ku raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) raporên ku li ser biryarên siyasî yên ne zanistî hatine amadekirin in û destnîşan kir ku girtiyên nexweş ên ku guncav dimînin di girtîgehê de ne, rapora "karin bimînin" didin û got, "Dema rapora ' nikare di girtîgehê de bimîne' tê dayîn, pêvajo bi dawî nabe. Ji gelek saziyan pirs tên kirin da ku diyar bikin ka ew kes li derve xeternak e yan na, ger guncav nebînin serbestberdana wî kes di girtîgehê de dimîne. Belê pêkanînên kêfî yên ku bi qanûnê nayên ravekirin, bi rêziknameyê têne meşrûkirin. Em şahid in ku gelek girtiyên nexweş ên giran li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Yên ku derdikevin der, di demeke kurt de dimirin. Em dikarin ji vê re bibêjin kuştin. Her kes û saziyek ku rê li ber mafê gihandina tenduristiyê bigire û erkên xwe pêk neyne, şirîkê van kuştinan e."    'Berpirsiyariya me ya civakê ye'   Sevîm diyar kir ku îşkence û muameleya xerab herî zêde jinan dike hedef. Sevîm destnîşan kir ku pêkanînên mêrtiyê yên li ser jinan hene û got, “Di heman demê de astên îşkence û muameleya xerab jî hene ku digihîje tacîza zayendî û şîdeta zayendî. Dema ku em li pirsgirêkên jinan ên li welêt dinêrin, em dibin şahidê rewşên ku tundiya mêran tam di van xalan de ku nêzîkatiya wekheviya zayendî hewce dike tê teşwîqkirin û xelat kirin. Dema ku em li girtîgehan û qadên ku ev pêkanîn lê dinerin, divê em fêm bikin ka bûyer çiqasî tirsnak e. Ev berpirsyariya me ya mirov, jin, parêzvanên mafên mirovan û civakê ye. Bêdengmayîn an normalîzekirina vê xeterek cidî ye."   'Em ê bibin dengê kesên bi binpêkirina mafan rû bi rû dimînin'   Herî dawî Sevîm got, “Em weke parêzvanên mafên mirovan dê xebatên xwe bidomînin. Em ê bibin dengê kesên li girtîgehan rastî binpêkirina mafan tên. Niha li girtîgehan ketina sazî û kesayetên serbixwe qedexe ye û agahî nayên parvekirin. Em ê bi keda hevalên xwe yên parêzer û saziyên xwe vê pêvajoyê di rojevê de bihêlin, van binpêkirinan îfade bikin û li dijî wan têbikoşin. Em ê tu carî dest ji parastina mafên xwe bernedin li ku derê binpêkirin hebe em ê li dij derkevin. "Ji bo vê yekê em ê rê, rêbaz û rêyên cuda li hev bikin. Em ê bibin dengê kesên bi binpêkirina mafan rû bi rû dimînin."