Ji malbatên girtiyan çalakiya 'Deng bide azadiyê' 2024-09-09 19:15:59   AMED / MÊRDÎN - Malbatên girtiyan di çalakiyên “Deng bide azadiyê” yên li Amed û Mêrdînê de bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û daxwaza azadiya wî ya fizîkî kirin.   Çalakiya “Deng bide azadiyê” ya du hefteyan carekê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya malbatên girtiyan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Amedê pêk tê li ber AZC Plaza ya Semta Ofîsê hat lidarxistin. Ji bilî gelek malbatên girtiyan rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Amedê, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn.   Çalakvanên ku pêşmalkên li ser “Deng bide azadiyê” dinivîsandin, dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin.   Ji malbata girtiyan Nazîme Boltan bi bîr xist ku bi mehan e di çalakiyê de ne û ev tişt got: “Daxwazên zarokên me bi cih bînin. Zarokên me azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Em çawa bi zarokên xwe re hevdîtinê dikin bila Abdullah Ocalan jî hevdîtinê bike. Em naxwazin zarokên me tu çalakiyên din bikin.”   Heke tecrîd bi dawî bibe   Yek malbateke din a girtiyan Rabîa Ataş jî çalakiya girtiyan a ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha got: “Heke tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe dê tecrîda li ser zarokên me jî rabe. Ez hefteya borî çûm girtîgehê. Dema zarokên me hatin hevdîtinê lêgerîna tazî kirin. Keça min di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Em vê zilmê qebûl nakin.”   Nûray Abay, anî ziman ku bi salan e nêviyê xwe yê dîl girtî nedîtiye û diyar kir ku ev yek zilm e û xwest tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.   Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya bi dirûşmeyan hate lidarxistin bi dawî bû.   Banga 'Deng bide azadiyê'   Malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê li Mêrdînê bi banga “Deng bide azadiyê” li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî da. Girseya ku li Parka Karayollari hate gelhev, pankarta “Tecrîdê bi dawî bikin” vekirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.   Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Necla Acibûca, diyar kir ku heta tecrîd were rakirin dê dengê xwe derxînin, li kolanan û qadan bin. Neclayê wiha berdewam kir: “Em hemû jî dizanin ku ev tecrîd bêhiqûqî ye, zilm e, neheqiyeke mezin e. Em bi tecrîdê dizanin ku girtiyên siyasî bi bêhiqûqiyan di bin zilmê de tên ragirtin. Em ji vir bang li desthilata AKP’ê û MHP’ê dikin. Hûn bi israrin ku vê pergala xwe ya qirêj li ser girtian bidomînin. Em jî dibêjin ku heta ku ev tecrîd neyê rakirin, em jî nasekinin û serî natewînin. Em tecrîda li girava Îmraliyê rakin. Rakirina tecrîdê dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî bibe rêyek.”   'Ocalan aştîxwaz e'   Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan jî bi lêv kir ku tecrîda li ser Ocalan li tu dera cîhanê nîne û anî ziman ku tecrîd ne tenê di şexsê Ocalan de li girtîgehan, li kolanan li her deran tê pêkanîn.   Kamûran, bi lêv kir ku bi tecrîdê daxwaza kurdan tê paşguhkirin û wiha berdewam kir: “Tecrîda li ser birêz Ocalan tecrîda li ser gel û civakê tê pêkanîn e. Îro li Rojhilata Navîn li her derê şer heye. Li her derê ji bo şer hewl tê dayîn. Lê yekane kesek heye ji bo aştiyê hewl dide. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê yekane kesê ku aştiyê dixwaze birêz Ocalan e. Heke hûn bixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin mûxatab birêz Ocalan e. Fikrên wî ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo hemû cîhanê girîng e. Ji ber van sedeman divê hûn bêyî deqîqeyekê bisekinin tecrîdê bidawî bikin û pêşiyê li vî şerî bigirin. Bila dengê aştî û demokrasiyê bilind bibe.”   Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.