Li Zarokîstana Şaredariya Peyasê perwerdehiyê dest pê kir 2024-09-09 15:10:49       AMED - Qrêşa Zarokan û Mala Lênêrîna bi Rojê ya Zarokîstanê ku di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de xizmetên pirzimanî dide, dest bi vekirirna xwendinê ya sala nû kir.   Hevşaredar Bêrîvan Gûlşen Sîncar, Cengîz Dundar, endamên encûmena şaredariyê û dê û bavê zarokên li Qrêşa Zarokan û Mala Lênerîna bi Rojê ya Zarokîstanê di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de xizmetên pirzimanî dide ku perwerdehiyê bibînin beşdarî merasîma vekirina sala nû ya perwerdehiyê bûn.   Ji Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gûlşen Sîncar di vekirinê de axivî û got: “Piştî tahrîbatên 8 salan ên qeyûman, şaredariya me dê xizmetên rast li saziyên di bin banê şaredariyê de ji zarokên xwe bikin.” Hevşaredar Cengîz Dundar jî di axaftina xwe de wiha got: “Zarokîstana ku xizmeta pirzimanî dide, wê alîkariyek e mezin bide lênêrîna zarokên me ya li jiyanê. Em weke şaredarî ji bo zêdekirina van saziyên bi hûrgulî dixebitin.” Piştî axaftinan merasîma vekirinê ya bi qutkirina qurdeleyê hat lidarxistin.   Perwerdeya Pêşdibistanê   Qrêşa Zarokan û Mala Lênêrîna bi Rojê ya Zarokîstanê dê di atolyeyên hunerî de ji bo zarokên bi temenê di navbera 3-6 salî de perwerdehiya wênesaziyê, hunerên destan, şano û mijarên din bide. Zarok dê di navbera hefteyê de, di navbera saet 08.00-17.00’an de ji Qreşa Zarokistanê sûdê wergirin.