Emîne Şenyaşar 19 roj in li Meclisê li ‘edaletê’ digere 2024-09-09 14:16:53     ENQERE - Emîne Şenyaşar a têkoşîna edaletê didomîne, xwest ku kurê wê yê girtî Fadil Şenyaşar were berdan.    Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de li Pirsûs a Rihayê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl ve hatibûn qetilkirin û kurekê wê jî girtî, çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Meclisê daye destpêkirin didomîne. Çalakî îro di roja 19'emîn de berdewam kir.   Emînea li Meclisê lêgerîna xwe ya edaletê didomîne, bal kişand ser komkujî û pêvajoya pişt re û daxwaza edaletê kir. Emîne, xwest ku kurê wê Fadil Şenyaşar ê piştî komkujiyê hatibû girtin were berdan.