Li Soran mirina bi guman a jinek ciwan 2024-09-09 12:20:01       NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Rêveberiya Bergiriya Şaristanî ya îdaraya Soran, Rewend Mexdîd ragihand ku şeva borî jinek temen 22 salî ji zinarên Rewanduzê ketiye xwarê û jiyana xwe ji dest da.   Berdevkê Rêveberiya Bergiriya Şaristanî ya Soran Rewend Mexdîd, ji çapemeniyê re ragihand, şeva borî di saet 22:30’an de ew ji bûyera mirina jinekê hatine agahdarkirin.   Rewend Mexdîd got ku piştî tîmên wan gihiştine cihê bûyerê, dîtine ku jinek temen 22 salî ji zinarên Rewanduzê ketiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye.   Her wiha diyarkir cenazeyê jina ciwan ji bo lêkolînê şandine tiba edlî.   Heta niha nayê zanîn jina ciwan xwe ji zinar avêtiye, yan jî ji aliyê kes yan jî kesan ve avêtine xwarê.