Narîn Guran hat definkirin 2024-09-09 12:19:12   AMED - Cenazeyê Narîn Guran a ku li taxa Çuliye ya Rezana Amedê hat qetilkirin hat definkirin.   Cenazeyê Narîn Gûran a 8 salî ya ku di 21'ê Tebaxê de li Taxa Çuliyê ya navçeya Rezan a Amedê winda bû, duh danê sibê saet di 08.45'an de li Çemê Îleritutmazê ku bi qasî 2 kîlometreyan dûrî taxê ye, di kîsekî de hat dîtin. Otopsiya duh li cenazeyê ku ji aliyê dozgeriyê ve hat diyarkirin deforme ye, bi qasî 10 saetan dom kir. Piştî otopsî bi şev qediya, serê sibê cenaze anîn Taxa Bati Karakoç û li mizgeftê nimêja cenaze hat kirin.    Tevî malbatan, gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, Walî û qeymeqamên Amedê, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû jî beşdarî nimêja cenaze bûn.    Piştî nimêjê bi dirûşman Narîn birin Taxa Çuliyê û defin kirin. Narîn li vir bi duayan hat definkirin.