Cenazeyê Narînê anîn taxa Çuliyê 2024-09-09 11:04:22       AMED - Cenazeyê Narîn Guran ji bo defin bikin anîn taxa Çuliyê.   Cenazeyê Narîn Gûran a 8 salî ya ku di 21'ê Tebaxê de li Taxa Çuliyê ya navçeya Rezanya Amedê winda bû, duh danê sibê saet di 08.45'an de li Herîma Îleritutmaz a ku bi qasî 2 kîlometreyan dûrî taxê ye, di kîsekî de hat dîtin. Otopsiya duh li cenazeyê ku ji aliyê dozgeriyê ve hat diyarkirin deforme ye, bi qasî 10 saetan dom kir.    Piştî otopsî bi dawî bû, cenazeyê Narînê anîn Taxê.