Desthilatdarî ji bo rojnamegerên ne li gel xwe mirin û girtîgehê rewa dibîne! 2024-09-09 09:02:11         WAN- Jinan bertek nîşanê qetilkirina rojnamegerên jin yên li Silêmaniyê hatin qetilkirin dan û gotin: “Desthilatdarî ji bo rojnanamegerên ne li alî xwe mirin û girtîgehê rewa dibîne.”   Li Tirkiyeyê  li hember Kurdan zext, înkar û êrîş her diçin zêde dibin. Di 23’ê Tebaxê de li Silêmaniyê wesayîta  ku rojnameger têdebûn hat bombebarankirin. Rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahaddîn jiyana xwe ji dest dan. Bertekên li dijî êrîşan didomin. Jinên Wanê bi peyama ‘em ligel çapemeniya azad in’ êrîş şermezar kirin.    ‘Em her tim li alî çapemeniya azad in’   Endama meclîsa şaredariya Rêya Armûşê Hanim Hazir da zanîn ku zext, qetilkirin û binçavkirinên li hember çapemeniya azad nayên qebûlkirin û got wê her tim li alî kedkarên çapemeniya azad bin. Hanimê wiha got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan nikare bê qebûlkirin.Bila deriyên girtîgehan vebibin. Mafên me gelê Kurd hene. Li her qadê zext li ser me hene. Mafên me tên girtin û hewl didin me bifetisînin. Lê nikarin bikin. Wê têkoşîna me bidome. Em li gel çapemeniya azad in.”   ‘Rojnameger tên tehdîdkirin, girtin an jî qetilkirin’   Endama meclîsa şaredariya şaxê Edîbe Babur jî bi lêv kir ku li ser çapemeniyê êrîşek cidî mijara gotinê ye û wiha pê de çû: “Rojnameger ji ber peyamekê ji ber daxuyanî an jî çêkirina nûçeyan tên girtin, tedîdkirin an jî kuştin. Hefteyek berê du hevalên me şehîd ketin. Ji ber xebatên xwe ev heval hatin qetilkirin.  Bi SÎHA’yan hatin qetilkirin.  Ev nikare bê qebûlkirin. Divê em li dijî vê dengê xwe bilind bikin. Em van zextan qebûl nakin û lanet dikin.”   ‘Çapemeniya azad rastiyê nîşan dide’   Endama meclîsa ciwanan a DEM partiyê Gulcan Bal jî destnîşan kir ku demên dawî de zextên li ser çapemeniya azad zêde bûne û wiha got: “Demên dawî de rojnamegerên jin hatin qetilkirin. Ev bi salane didome. Em vê şermezar dikin. Ne tenê li hember çapemeniya azad li hember civakê êrîşek topyekun heye. Çapemeniya azad çapemeniya me ye. Rastiyê nîşan dide. Em ê li dijî van êrîşan têkoşîna xwe bidomînin. AKP-MHP hîna ferq nekiriye ku jin xurt bûne. Di esasê de dixwazin pêşî li hêza jinê bigirin. Jin li her qadê nasnameya xwe ya wêrek nîşan dide. Ji ber nîşan didin jî tirsek diafire. Ew jî ji bo çewisandinê êrîş dikin. Ew nikarin jinan bêdeng bikin. Em êrîşê şermezar dikin.”   ‘Karê jinên di çapemeniya azad de dixebitin hîn zehmetir e’   Havîn Varhan jî bakişand ser zor û zehmetiyên li ser çapemeniyê û wiha veogt: “Rojnamegerî, çapemenî tê wateya ‘nejiyanê’. Mirov dema bixwazin rojnamegeriyê bixwînin jî bi nêrîna ‘ya tuyê bimrî yan jî bê girtin’ re tên rûhev. Di çapemeniya azad de cih girtin hîn zehmetir e. Desthilatdarî li rojnamegerên ne alîgirên xwe ne, mirin û girtînê rewa dibîne. Demek berê du rojnamegerên jin hatin qetilkirin.  Li welatê me rojnamegerî zehmete. Hele ku mirov xebatkarên çapemeniya azad bin kar hîn bêtir zehmet e.”