Der barê qetilkirina Narînê de 21 binçavkirin 2024-09-08 17:30:10 AMED-Di lêpirsîna der barê qetilkirina Narîn Guran de 21 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de ji malbatê jî ferd hene.   Cenazeyê Narîn Gûran a ku di 21'ê Tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê ji qursa Qur'anê derket û agahî jê nehat girtin, 19 roj şûnde danê vê sibehê saet di 08.45'an de hat dîtin. Cenazeyê Narînê dûrî gund bi 1 û nîv kîlometre dûrî gund di çemekî de hat dîtin. Li gorî agahiyên hatine girtin di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de 21 kes hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku nav kesên hatine binçavkirin de ferdên ji malbatê jî hene.