Dê li Amedê ji bo Narînê meş bê lidarxistin 2024-09-08 14:24:54       AMED - Qetilkirina Narîn Gûran a 8 salî ya li Amedê hat windakirin wê bi meşekê bê protestokirin.    Qetilkirina Narîn Gûran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê hat windakirin, wê bi meşekê bê protestokirin. Endamên meclîsan, rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), hevşaredar û nûnerên saziyên sivîl ên bajêr wê beşdarî meşa bê lidarxistin bibin.   Girse dê saet di 19.00’an de li ber avahiya DBP’ê ya Amedê li hev bicive, heta Qada Şêx Seîd bimeşe û bixwze kujer bên cezakirin.