Xwendekarên ji MED-DER’ê mezun bûn belgeyên xwe girtin 2024-09-06 18:34:53   AMED - Xwendekarên ji qursa Kurmanckî ya MED-DER’ê mezun bûn, belgeyên xwe bi merasîmekê girtin.   Komeleya Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), belgeyên zarokên ku ji qursên Kurmancî, Kirmanckî û muzîkê mezûn bûn bi merasîmê dan. Zarok bi malbatên xwe tevli bernameyê  bûn. Zarokan stran gotin û malbatan jî bi zarokên xwe re gotin.   Zarokên mezun bûn belgeyên xwe girtin. Piştî belgeyan koma erbanê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê derket ser dîkê. Stranên Kurdî hatin gotin û govend hat gerandin.