Jin di atolyeyê de hatin gel hev:Tu hêz nikare îradeya me têk bibe 2024-09-05 20:17:58   AGIRÎ - Di atolyeya ku polîtîkayên şerê taybet hat nîqaşkirinê de, hat diyarkirin ku tu hêz nikare îradeya jinê têk bibe.   Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Bazid   a Agiriyê li dijî polîtîkayên şerê taybet atolyeyên rêxistinkirî pêk anîn. Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Berîvan Bahçecî, hevseroka DEM Partî ya Bazidê Hamîde Temel tevli atolyeyê bûn.   Berîvan Bahçecî di atolyeyê de axivî û diyar kir ku desthilatdarî jî bo Jinan bê îrade bihêle her tiştî dike. Berîvanê her wiha anî ziman ku tu hêz nikare îradeya jinê têk bibe.