Li Efrînê çeteyekî hewl da tecawizî jinekê bike 2024-08-28 14:50:55     NAVENDA NÛÇEYAN - Çavkaniyên xwecih da zanîn ku komên girêdayî dewleta Tirk hewl daye tecawizî şêniyekê bike.   Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyekî dewleta Tirk hewl daye tecawizê li jinekê bike, dema xwestiye sînorê Sûriye-Tirkiye derbas bike.   Li gorî çavkaniyan ku agahiyên xwe ji mexdûra hewldanê wergirtine, bi qaçaxê bi navê Ziyab re axiviye da ku wê ji Efrînê bibe Cerablusê û dema gihaştiye Cerablusê, Ziyab ew radestî çeteyekî bi navê Xelîl El Elûş ê bi navê Ebû Ilêwî tê naskirin, kiriye da ku wê derbasî Tirkiyeyê bike. Lê çete Ebû Ilêwî ew revandiye û hewl daye tecawizê lê bike lê derfeta revînê peyda kiriye û reviyaye.   Heman çavkaniyan da zanîn ku çeteyan ew jin piştre girtiye, gef lê xwariye ji bo ku wan gilî neke û neçar maye 200 dolar bide da ku ji girtîgehê derkeve û vegere Efrînê.