Li Rojhilat jinek hat qetilkirin 2024-08-27 22:04:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojghilat mêrekî keça xwe Mobîna Zeynî Wend bi çekê qetil kir.   Li bajarê Îlam a Rojhilat, mêrekî ku navî wî nehat aşkerakirin, keça xwe Mobîna Zeynî Wend bi çekê qetil kir.   Rêxistina Mafê Mirovan Hengaw, daxuyaniyek da û da zanîn ku li gundê Gurzlenger a girêdayê Îlamê, jina 18 salî ya bi navê Mobîna Zeynî Wend ji aliyê bavê xwe ve bi çekê hatiye qetilkirin.