Êrîşa li hemberî rojnamevanan hat şermezarkirin 2024-08-26 10:29:26     HELEB - Meclisa Jin a Meclisa Malbetên Şehîdan ya bajarê Helebê bi daxuyaniyekê êrîşa dawî li ser wesayeta rojnamevanan ku li Silêmaniyê hat kirin û di encamê de rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan şermezar kir.   Bertekên li hemberî êrîşa dewleta Tirk a li Silêmaniyê ku li dijî wesayita Rojnamegeran hat kirin û di ecnamê de Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan li çar parçeyên Kurdistanê dewam dike. Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê jî bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Jinê a Malbetên Şehîdan Delal Mihemed ve li pêşiya eywana 8`ê Adarê hat xwendin.  Di daxyaniyê de  ji tevger,partî û meclisan gelek jin di daxuyaniyê de amae bûn.   Daxuyanî wiha ye:" Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane di berdewamiya şerê li ser kurdan de didomîne.  Beriya bi du rojan di 23`ê tebaxê de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk tîmeke çapemeniyê ya ku li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi erka xwe ya çapemeniyê radibû hedef girt û du rojnamevanên kurd, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn, gihêştin şahadetê her wiha 6 rojnemevan jî bi giranî birîndarbûn.   Em ê  jî weke Meclîsa Jinan a Malbatên Şehîdan, têkoşîna hemû şehîdan bikin bingeha xebata xwe û têkoşîna xwe bidomînin.  Em wekî Meclîsa Jinan a Malbatên Şehîdan êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî xebatkarên çapemeniyê bi taybet rojannamevanên jin şermezar dikin."    Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.