Rojnamegerên hatin qetilkirin di çapemeniya cîhanê de ne 2024-08-24 18:39:40     NAVENDA NÛÇEYAN- Di serî de Kanada, Îngîlîstan, Hîndîstan û DYA, saziyên çapemeniyê yên cîhanê  qetilkirina du rojnamegerên jin yên Kurd yen di êrîşa Tirkiyeyê ya li Silêmaniyê pêk hatin de hatin qetilkirin, kirin rojeva xwe.   Tirkiyeyê duh saetên nîvro de li Seyîdsadik a girêdayê Başûrê Kurdistanê xebatkarên çapemeniya azad hedef girtin. Di êrîşê de du rojnamegerên jin yê Kurd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin. Qetilkirina rojnamegerên Kurd di çapemeniya cîhanê de deng da.   Di nav de Associated Press (AP), Arab News, The Globe and Mail, ABC News  jî heye gelek saziyên çapemeniyê qetilkirina rojnamegeran kirin manşet.   Ji wan nûçeyan hinek wihane:   Wahshington Post:  Di êrîşa hewayî ya Tirk de du rojnameger hatin qetilkirin.   AP: Rayedaran diyar kirin ku di êrîşan de rojnameger hatine kuştin.   The Globe and Mail : Çavkaniy3en herêmî ragîhandin ku di êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê de du rojnameger hatine kuştin.    Arab News: Di êrîşa li Iraqê de du rojnameger hatin kuştin.    ABC News : Rayedaran kuştina du rojnamegeran a di êrîşa hewayî ya li Iraqê de piştrast kirin.   Al Jazeera: Li Iraqê di êrîşa hewayî de du kes hatin kuştin.   The Tribune India:  Rayedar: Di êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê de du rojnameger hatin kuştin.