Ji Natalya Somova 8 roj in agahî nayê girtin 2024-08-24 17:34:30     MUGLA- Ji Natalya Somova ya Marmarîsê winda bû 8 roj in agahî nayê giritn.   Li navçeya Marmarîs a Muglayê Natalya Somova ku 8 roj berê derketibû meşê careke din agahî jê nehat girtin. Ji bo Natalyayê xebatên lêgerînê hatin destpÊkirin. Natalya di 17’ê Tîrmehê de derdikeve meşê û venagere. Xizmên wê piştî ku agahî jê negirtin agahî dan Emniyeta Marmarîsê.   Di kamereyan de hat dîtin ku Natalya ketiye parkura riya Karîa.  Hat diyarkirin ku beriya ku Natalya winda bibe dîmenê dimeşe di qeydê kamereya kargeriyekê de hatiye dîtin. Hat hînbûn ku xebatên lêgerînê didomin.