Li gelek navendan hêrsa li dijî êrişa li ser rojnamevanan 2024-08-24 16:30:00     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên şermezarkirina êrişa li ser rojnamevanan de bang li tevahî jinan hat kirin ku bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" têkoşîna li dijî qirkirinê mezin bikin.   Dewleta Tirk duh li bajarê Silêmaniyê erebeya rojnamevanan bombebaran kir. Di encamê de kedkarên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin qetilkirin û 6 rojnamevan jî birîndar bûn. Bertekên li hemberî êrişa ku pêk hatî didomin.   Banga li civaka navnteweyî hat kirin   Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan li bajarê Eyn Îsa yê kantona Firatê, bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê û kantona Efrîn-Şehbayê bi beşdariya bi dehan jinan çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de êrişa li ser rojnamevanan hat şermezaririn. Hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li dijî jinên têkoşer hewl dide îradeya wan bişkîne û wiha hat domandin: "Êrişên wiha îradeya jinan û berxwedana wan a li hemberî terora dagirkeran têk nabe. Lê îsrara jinan a berxwedanê zêdetir dibe."  Di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî ya li hemberî van êrişan hat şermezarkirin û bang li wan hat kirin ku erkên xwe bi cih bînin.   Xelkê Girkê Legê bang li gelê Başûr kir     Meclisa Bajarê Girkê Legê ya Kantona Cizîrê jî daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna şêniyan û endamên meclisê ji aliyê rêvebera Komeleya Perwerdeyê Şenhaz Ebdo ve hat xwendin.   Şehnaz diyar kir ku dewleta Tirk êrişên xwe yên qirkirinê li dijî gelên herêmê didomîne û got, bi êrişa li ser rojnamevanan hewl dide rastiya sûcên xwe yên li dijî gelan dike binixumîne. Şehnaz destnîşan kir ku hikumeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê berpirsên êrişên dewleta Tirk a dagirker in. Bang li her du hikumetan hate kir ku erkên xwe yên exlaqî û nîştimanî pêk bînin û dawî li êrişan bînin. Her wiha bang li gelê Başûr jî kir ku li ber van êrişan rabin.   Li Tebqa êriş hat şermezarkirin   Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê jî der barê êrişa li dijî rojnamevanan de daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya kombûnê ya li bajarê Tebqayê bi amadebûna bi dehan endamên kombûnê hat dayîn. Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê Nûrşan El Îsa daxuyanî xwend.   Nûrşan El Îsa diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya ku jinan û hewldanên wan ên teşhîrkirina pergalên çewsîner rastî hewldanên bêdengkirin û çewisandinê tê, şehîdxistina Gulistan Tara û Hêro Behadîn jî di vê çaçroveyê de tê. Nûrşan got şerekî topyekun li dijî şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî " tê kirin û bang li tevahî jinan kir ku bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bin yek û li hemberî êrişan bisekinin.   TEV-DEM daxuyaniyeke nivîskî weşand   Di daxuyaniyê de êrişa li dijî rojnamevanan hat şermezarkirin û hate gotin: "Di lîsteya cîhanê ya têkildarî binçavkirin û revandina rojnamevanan de dewleta Tirk di rêza sêyemîn de ye. Dewleta Tirk di bin navê faîl nenas in de bi hezaran rewşenbîr, rojnamevan û têkoşerên gelê me qetil kirin. Dewleta Tirk ne tenê li ser gelê me, lê belê li ser tevahî mirovahiyê xetere ye. Divê hemû demokrat û saziyên navneteweyî li Dadgeha NY’yê hesab ji rayedarên dewleta Tirk a faşîst bipirsin."   Di daxuyaniyê de hate gotin "Şehîd Gulistan û Hêro û tevahî şehîdên heqîqet û azadiyê wê di wijdanê me de bimînin. Em ê têkoşîna wan a lêgerînê li heqîqetê bidomînin."